NAVENDA NÛÇEYAN – Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker cihek li gundê Qeyrewan ê li Til Hemîsê ya kantona Qamişloyê bombebaran kir.
Li gorî nûçeya ANHA’yê, balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker nuqteyeke li gundê Qeyrewan ê başûrê Til Hemîsê bombebaran kir. Çavkaniyê ragihand ku ev nuqte ya hêzên leşkerî ya berpirsa parastina wargeha Holê ku tê de malbatên çeteyên DAIŞ′ê hene.
Li ser malpera Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê têkildarî êrişa balafireke bêmirov a artêşa Tirk a dagirker a vê sibehê daxuyaniyek hate dayîn. QSD’ê da zanîn ku di êrişê de 2 şervanên şehîd bûne û diyar kir ku dê nasnameyên şehîdan di demên pêş de werin aşkerakirin.
Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:
“Îro beriya nîvro saet di 10:00’an de, balafireke bêmirov a artêşa Tirk a dagirker êrişî gundê Qeyrewan ê Til Hemisê kir. Di vê êrişê de hêzên ku ewlehiya Kampa Holê digirtin, hat hedefgirtin. Di encama vê êrişê de 2 şervanên me şehîd bûn.
Artêşa Tirk a dagirker berê jî êrişî hêzên ku ewlehiya Qampa Holê digirt, kiribû. Bi van êrişan armanc ev e ku ji bo xwe ji nû ve birêxistinkirina DAIŞ’ê, zemîn were avakirin. Der heqê bûyerê de agahiyên din û nasnameyên her du şehîdan di demên pêş de dê bi raya giştî re werin parvekirin.”