ŞEHBA- Ji saetên serê sibehê de bi hezaran şênî berê xwe didin qada gundê Elûş ê girêdayî navçeya Ehdas a Şehbayê ku dê li wir çalakiya girseyî ya ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û piştevaniya Partiya Çepên Kesk di hilbijartinên 14`ê Gulanê yên li Tirkiyeyê de were lidarxistin.
Endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Zelal Ceger bal kişand ser siyasetên ku li dijî herêmên tên meşandin bi taybet siyasetên dewleta Tirk li dijî Sûriyê û got; : “Divê gelê Kurd ê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Divê asta têkoşîna xwe li hember dagirkerî û sûcên wê li dijî şêniyên Efrîn û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bilind bikin.”
Koma Çiya Kurmênc a tevgera Çand û Huner, koma şehîd Hêva ya girêdayî Tevgera Kevana Zêrîn hin stranên şoreşgerî û filoklorî pêşandan.