AMED – Li Taxa Kutluya Licê di operasyona bi piştgiriya hewayî ya ku danê sibê dest pê kir de pevçûn derket. Hate diyarkirin ku di saetên sibehê de li taxa Kutlu ya navçeya Licê ya Amedê operasyona leşkerî hatiye destpêkirin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin; Hate hînbûn ku dema ji herêma operasyonê dengê çekan bilind dibû, bi helîkopterên bi tîpa êrîşkar qad hatiye kontrolkirin. Li herêma ku pevçûn lê qewimî tevgera hewayî didome.