DERAZORE – Jinên ciwan li Dêrazorê perwerdeyek komputeran destpêkir. Perwerdeya teorîk û pratîkî ya ku bi beşdarbûna zêdetirî 40 jinan destpê kir, dê 30 rojan bidome. Endama Yekîtiya Jinên Ciwan a Dêrezorê Suha El-Sayîd a ku beşdarî perwerdeyê bûye nêrînên xwe anîn ziman.
Suha El-Sayîd bal kişand pêngava ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya ku jinên ciwan li Dêrezorê dane destpêkirin û da zanîn ku yek ji gavên şênber ê vê pêngavê perwerdehiyên pîşeyî yên mîna komputer, hemşîretî û dirûtina cilan e. Suha El-Sayîd der barê armanca perwerdeyê de wiha got:
“Armanca perwerdeya akîtfkirina rola jina ciwan û zêdekirina hişyariya wê di nava civakê de ye. Bi taybet piştî êrişên DAIŞ’ê yê li ser Dêrezorê di nav jinan de tirsek pir mezin da avakirin ku nekarîn ji malên xwe derkevin û ji gelek mafên xwe bêpar hatibûn hiştin. Beriya demekî Yekîtiya Jinên Ciwan perwerdeyek birdozî ji bo jinan da destpêkirin. Yek ji armancên wê perwerdeyê bilindkirina asta zanista jinan bû. Ev perwerde qeydên hişmendiya mêrsalarî ya ku beriya naskirina fikrên Netewa Demokratîk di nav civakê de serwer bû şikand. Ev yek ji hêla jinan û civakê ve hat pejirandin û bi xwe re di her aliyê jiyanê de guhertinê tînê.”