NAVENDA NUÇEYAN – Feraseta serdestiya zilam bûye çavkaniya hemû qeyranên mirovahiyê û cûrên qirkirinê yên ku li ser jin, xweza, civak û gelan tên meşandin. Her çi qas berxwedan û têkoşînên azadiya jinê li hemberî vî hovitiyê kêm nebûne jî, nakokiya navbera zilamê serdest û jina bindest heta roja îro hemû qad û keliyên jiyana me bi bandor dike. Di destpêka sedsala 21’an de tundiya zayendperest, tecavûz, dagirkerî û qirkirinên li ser ax, civak, beden, rih û nasnameya jinan wekî amûrên sereke yên şerê cihanê 3’yemîn û polîtîkayên moderniteya kapîtalîst tên bi kar anîn. Lê belê li hemberî vê rastî, her ku diçe zêdetir mirov û tevgerên azadixwaz ên cihanê dikevin zanebûnê ku bê rizgariya jinê azadiya civakê pêknayê. Lewma têkoşîna azadiya jinê li çar aliyên cîhanê bi çalakiyên dewlemend ji nû ve zindî dibe û dengê xwe ji bo parastina jiyan, civak û xwezayî bilind dike.
Pergala desthilatdariya zilam ne tenê gef li jiyana jinan dixwe. Zêdebûyîna bûyerên xwekuştinê û rêjeya mezin a zilamên ku xwe întîhar dikin, nîşana qeyraneke kûr a mirovahiyê û zilamtiyê ne. Li gorî daneyên Rêxistina Tendirûstî ya Cihanê (WHO) hejmara întîharên zilam du qat yên jinan e. Her wiha di asta cîhanê de piştî mirin ji ber sedema qezayên trafîkê, herî zêde zilamên ciwan di temenê 15 heta 29 salî de ji ber sedema xwekuştinê jiyana xwe ji dest didin. Ev rastî neçariya zilam li hemberî pergaleke desthilatdar destnîşan dike ya ku wateya jiyanê tune dike û zilam wekî ‘hêza serwer’ pênase dike. Bi rastî em dikarin bêjin ku piraniya zilam di warî hebûn û nasnameya xwe de qeyraneke kûr jiyan dikin.
Zilam kî ye?
Dema piştî pirsa ‘Jin kî ye?’ di perwerdeyên Jineolojî de tê pirs kirin ‘Zilam kî ye? Zilamtî çi ye?’, em gelek car rastî bêdengî tên. Balkêş e, beşdarvanên perwerdeyan di tarîf kirina nasname û hebûna jinê de zêde astengî nabînin: Ji ‘dayika xwedawend’ û ‘têkoşerên azadiyê’ heta ‘darê şikestî’ pênaseyên cûr bi cûr tên rêz kirin. Lê belê him di perwerdeyên civakî de him jî di perwerdeyên bîrdozî yên mîlîtanên azadiyê de hevalên mêr di pênase kirina zayenda xwe de gelek car zehmetiyan dikişînin. Mêr fêrnebûn hebûn û nasnameya xwe bikin mijara lêpirsîn û nîqaşê, ji ber ku li gorî feraseta zayendperestiya civakî ‘zilam ji xwe hertişt e’. Lê di encama perwerdeyên li ser paradigma û pareznameyên Rêber APO de zanebûn pêşketiye ku di dîroka mirovahiyê de jin çavkaniya civakbûn, afirandin û zanînên destpêke bûn. Zilamê desthilatdar piştre dest daye li ser berhem û hebûna jinê û kir ye aydê xwe. Bi naskirina vê heqîqatê ve beşdarvanên perwerdeyan yên bi piraniya ji hevalên xort pêk tên jî, rastiya zilam bi xwe bi peyvên wekî ‘desthilatdar’, ‘tundî’, ‘çanda tecavûz’ an jî ‘bê çarebûyîn’ binavkirin. Lê belê gelek car heman beşdarvanên perwerdeyan bertekên cuda li hemberî van pênaseyan nîşan didin, yên ku wan çend deqîqa berê bixwe anîn zimên.
Bi taybet rêhevalên mêr ên ku soza xwe ji bo gihandina keseyetekî şoreşger dane û amade ne jiyana xwe ji bo azadiya welat û civakê feda bikin, di van keliyan de gelek tengasiyan jiyan dikin. Ew ji xwe re layîk nabînin ku zayenda mêr tenê di çarçoveya zilamtiya desthilatdar de were pênase kirin. Ji ber ew bi Rêber APO re girêdayî ne yê ku dibêje: ‘Milîtanek sosyalîst, divê xwe ji vê feraseta zilamtiya şaş, zilamtiya ku xwe di nava feraseta serweriya sexte de têr dike rizgar bike.’ Rêbertî derbaskirina serweriya sexte ya zilam ango bi gotineke din ‘kuştina zilamtiya serdest’ hem wekî felsefe û bîrdoziya xwe hem jî pirsgirêkeke serekî û erka zilam dinirxîne. Ev ne hesan e û têkoşîneke ji dil û bi werekî li hemberî fêrbûnên kevnperest dixwaze. Mixabin gelek car em dibînin ku zilamên azadîxwaz xwe gihandina penase û pîvanên kesayeta zilamê nakin mijarek pêşîn ê lêhûrbûn û kedê. Lewma ew gelek car di jiyan û têkoşîna xwe de feraset û nêzîkatiyên serdest derbas nakin, lê bi şiklên cuda dubare dikin. Mînak gelek car em dibînin ku rêhevalên me yên xort –carna bêyî ku pêdihesînin – pir ji xwe razî ne, nêrînên xwe tenê esas digirin, bawerî nadin vîna jin û civakê. Her wiha em carna dibin şahîd, zilamên ku di civakê de xwe wekî nimûneyên zilamê ‘demokrat’ nîşan didin, di malbata xwe de dikarin bibin despot.
Înşaya Zilamtiya Serdest
Zarokên xort ji piçûkaniya xwe de fêrîdibin, divê ew xurt bin û hertişt bizanibin. Li gelek cihan ji xortên ciwan tê xwestin ku ew xwedî hêz bin; bikarin baş futbol bileyîzin; xwişkên xwe biparêzin û li ser wan serwer bin da ku gotinek li ser namûsa malbatê nayê gotin. Zilam divê bi hêza xwe ya fîzîkî û bi tenê xwe bikarin hertiştî çareser bikin. Hişmendiya baviksalar a moderniteya kapîtalîst statuya ‘zilameke serkeftî’ bi xwedîbûna pera, milk, mal, jin û zarokan tarîf dike. Tê payîn ku zilam xwe û gotinên xwe bi hêza xwe ya maddî û bedenî bidin qabûl kirin. Alîkarî xwestin, parvekirina hestan, girî, çêkirina karên malê, fikirên zirav û bi empatî yên ku taybetmendiyên mirovbûnê ne, ji bo zilamek wekî lewazî tên hesibandin. Zilamên ku bi vî rengî tevdigirin di civakên zayendperest de nayên pejirandin. Ew bi peyvên wekî ‘serjinik’ an jî cezayên cuda tên hişyarî kirin da ku ew rista zilamekî serwer di jiyana malbat û civakê de bileyîzin. Bi vî rengî zilamtiyeke saxte hatiye înşa kirin û tê domandin. Lewma gelek zilam nikarin rehet hezkirin, hest û hebûna xwe ya cewherî jiyan bikin û nîşan bidin. Zilam bi vî rengî fêrîdibin ew tenê dikarin êş, hest û neçariyên xwe bi rêya hers û tundî derbixin der. Bi vî awayî teşeyeke hişk û çors li ser zilaman tê ferz kirin. Di heman demê de tundiya zilam li dijî jinê ango çanda tecavûz jî tê rewa kirin. Zilamên nakokiyên wijdanî bi vî teşe û ferastê re jiyan dikin; zilamên bi zanebûn an jî bê zanebûn ne li gorî pîvanên zilamtiya saxte tevdigerin; zilamên ji ber xizanî an jî sedemên cuda nikarin derbara malbata xwe bikin û rista reîsê malê bileyîzin gelek car hers, bêçarebûn û tundî dizivirîn li hemberî xwe: Hinek kes hewldidin êşên xwe di bi karanîna alkol û maddeyên hişber de bifetisînin. Hinek jî bi cîlet kirina canê xwe birînên rihê xwe nîşan didin. Hinek jî bi rengekî çavsorî seyara dajon ango bi rêbazên din jiyana xwe bi zanebûn dixin xeteriyê. Hinek jî hene, rasterast diçin mirinê.
Herçiqas zilamtiya serdest beriya her tiştî jiyan û vîna jinê tune dike, daneyên lêkolînan li ser bûyer û şewazên xwekuştinê yên zilaman ji welat û çînên cuda destnîşan dikin ku heman feraset zilam jî dîl girtiye. Heger em bi hişyarî têkilî û danûstandinên di nav zilaman de bişopînin em dikarin bibînin ne tenê jin, zilam jî li hemberî serdestî û tundiya zilam tirs û guman jiyan dikin. Zilamên ku rastî êş û êrîşên zilamên dinhatine heta tundiya cînsî jî ji aliyê zilaman ve dîtine zû zû nikarin ciheke bi ewlê bibînin da ku wan neheqiyan rehat bînin zimên û hesab bipirsin.
Lêgerîna pênaseyên nû û çareseriyê
Şoreşgerên ji gelek welatên cuda dînamîkên şoreşa jin ku li Kurdistanê rûdide meraq kirine. Piraniya wan di serî de xwestine fêhmbikin gelo arteşbûn û partîbûna jinê çawa pêşketine? Rêgezên Bîrdoziya Azadiya Jinê çi ne? Ew bikarin di rastiya welat û têkoşînên cuda de van pîvanan çawa bidin rûnişkandin? Lê belê di salên dawî de gelek şoreşgerên enternasyonalîst bi taybet jî dixwazin tahlîl û ceribandinên Rêber APO yên derbare Teoriya Kuştina Zilam de fêhmbikin û sûd werbigirin da ku ew bikarin çareseriya pirsgirêkên kesayet, rêxistin û têkoşînên xwe bibînin.
Beriya 2 sal bûyereke xwekuştinê ya rêhevalekî zilam ê kolektîfeke çepger li Ewrûpê bûye sedem ku komeke jinên enternasyonalîst li Enstîtûya Andrea Wolf a Akademiya Jineolojî hatin cem hev. Wan ji vê bûyer rêketin û pevajoyeke nîqaş li ser rêbazên têkoşînê li dijî ferasetên serdestiya zilam û zayendperestiyê di rêxistinên antî-kapîtalîst û kolektîfên anarşîst de dane destpêkirin. Encamên van nîqaş û lêkolînan di broşûra bin navê ‘Kuştin û veguhertina zilamê serdest’ de hatin weşan kirin. Yek ji xalên girîng ên wan nîqaşan ew bû ku jin xwe berpirsyar dîtine da ku tahlîl û rêbazên têkoşînê yên encamgîr li dijî bandorên hilweşîner ên zîhniyet û nêzîkatiyên serdestiya zilam pêşbixînin. Ji bo zilam bikarin xetimandinên xwe di warî xwe naskirin û pênase kirin de derbas bikin û hewldanên cîdî yên ji bo derbaskirina fêrbûnên pergala desthilatdar pêşbikevin hewceye di serî de zilam bi kuranî fêhmbikin ew serweriya sexte çiqas zerar dide wan bixwe jî.
Wekî cerebandin û tahlîlên Rêber APO di rastiya tevgera PKK de diyar kirine, rêhevaltiyeke rast, hevjiyaneke azad tenê dikare li ser bingehê têkoşîna radîkal a çînî û cinsî bi armanca avakirina kesayeteke azad di şaxsê xwe û ya hevalê/a xwe de pêşbikeve. Radîkalbûyîn tê wateya ku jin wekî hêzekî kolektîf û rêxistinkîrî hevdu li hemberî êrîşên zayendperest biparêzin, di rê û rêbazên têkoşînê de bibin xwedî fikir û helwesteke hevbeş.
Li ser esasê pîvan û partîbûna jinê bi pêşengtiya jinê perwerdeyên xweser ên hevalên xort hatine li darxistin. Di perwerdeyên li akademiya jinê de hevalên xort di neynîka jiyan û xebata kolektîf a rêhevalên jin de seknên xwe lêpirsîn kirine. Ew ketine ferqê çiqas qaydên feraseta desthilatdar dibin asteng li pêşiya civakîbûn û têkiliyên rêzdar bi hemcînsên xwe jî. Her wiha hevalên jin jî dîtine ku li biniya teşeya hişk û jixwe bawer, gelek zilam di rastî de guman û êşên xwe yên kûr vedişêrin.
Di cerebandinên van de em dibînin ku tenê rexne û şermezar kirina nêzîkatiyên desthilatdar bes nîne. Ji bo vîn, daxwaz û baweriya guhertin û veguhertina zilam pêşbikeve divê mînakên kesayetên zilam û zilamtiya azad hebin. Lewma yek ji rêbazên encamgîr yên ku mîlîtanên PAJKê pêşxistine danasîna mînakên kesayetên zilamên azad e. Bi vî awayî derdikeve holê ku cewherê zilam ne kesayeteke çors û xedar e. Van taybetmendî aydê şarestaniya hiyeraşîk û dewletê ne. Di civakên xwezayî yên dîrokî û hemdemî de taybetmendiyên ‘zilamên baş’ wekî taybetmendiyên ‘dayikeke baş’ an jî wekî ‘pêhesandin’ û ‘nîşandana baldarî ji bo hemû zindiyan’ hatine pênase kirin.
Şehîd Hêlîn Dêrsim Murat di nameya xwe ji çiyayê Cîlo di 26ê Adara 2016’an de da xuya kirin: ‘Bi dehan caran min dît ku di dersên dîroka jin de dema em rastiya zilam ya dema civaka Neolîtîk wek egîd-camêr-camerd dinirxînin encamên gelek girîng derdikevin holê. Bi derxistina pêş ya van taybetmendiyan qerektera zilam û zilamtiyê hîn baştir tê fam kirin. Ji bo hevalên xort jî dibe mijara baldariyê. Nîqaş bi baldarî û tevlîbûnên dewlemend derbas dibin. Wekî din jî tê dîtin ku bi çanda baviksalarî ya klasik-kevneşop zilamtiyeke çawa hatiye ava kirin. Tê dîtin ku zilam çawa dibe koleyê vê sîstema hatiye avakirin. Heta hinek hevalên xort dibêjin; “têgeh û penaseya zilamê azad bihîstin ji bo mirovan çiqas xweş e”.’
Nivîskarên broşûra ‘Kuştin û veguhertina zilamê serdest’ ên Enstitû ya Andrea Wolf jî xwe sipartin vê nêzîkatî û rêbazê. Beriya hertiştî di mînakên dahûrandinên Rêber APO, lêpirsînên wî derheqê kesayeta xwe, rastiya jin û malbat li Kurdistanê de û bi taybet di diyalogên Rêbertî bi rêhevalên xwe û kesayetên wekî Mahir Sayan re xuya dibe ji bo şoreşgertiya zilam pêwîst e veqetandineke radîkal ji hişmendî, fêrbûn û sûdên desthilatdariyê were bi dest xistin. Di beşa broşûr a bi sernivîsa ‘serhildanên li dijî zilamtiya baviksalar û gavên ber bi azadiyê ve’ de çend mînakên zilamên azadîxwaz tên nasandin. Hêja ye ku şoreşgerên jin û zilam, van kesayet û helwestên wan li dijî zextên hişmendiya sewer lêkolîn bikin. Ji kesayeta Prometheus, berxwedanên masigirên gundê St. Jean de Luz ê welatê Bask li dijî qanûnên enkizîsyonê, helwesta Thomas Sankara yê ku wekî pêşengê şoreşa Burkina Faso li Efrîka girîngî dayê mijara azadiya jinê û derbas kirina zayendperestiya civakê heta rêheval û şehîdên şoreşa Kurdistanê wekî Fikrî Baygeldi, Qadir Usta an jî Atakan Mahir gelek zilamên azadîxwaz hene yên ku bi çalakî û kesayetên xwe re îspat kirine ku kuştina zilamtiya desthilatdar pêkan e.
Jinên ji tevgerên cuda yên cîhanê wekî nivîskara femînîst a Efrîk-Emerîkî Bell Hooks jî bal dikişînin li ser girîngiya bi hêzkirina daxwaza zilam a guhertinê. Ew rave dike gava ku têkoşîn û danûstandinên femînîstan hêz didin zilam da ku ew dev ji şirîktiya xwe ya bi ‘pergala serwer a sipî, kapîtalîst a baviksalar’ re berdin. Şîrove yên Bell Hooks digihînin encamê ku li bin bandora vê pergalê zilam nikarin xwe nasbikin û hezbikin. Ji bo zilam bikarin hezbikin divê wan dev ji daxwaza xwe ya hûkûmkirin berdin û li şûna mirinê jiyanê hilbijêrin.
Gavên ber bi jiyaneke demokratîk, ekolojîk û azadiyaxwaz a jinê ve
Jinên gundeke Kenyayê jî ceribandineke balkêş pêkanîn ku berpirsyariya zilamê li hemberî jiyanê pêşxistiye. Jin ferq kirîbûn ku di encama xebatên tevger û saziyên jin de jin di gelek aliyan de pêşketine. Hemû karên hindûr û dervê malê êdî jinan meşandine. Lê belê di heman demê de zilam herdiçe zêdetir xwe ji berpirsyariyên jiyanê paşve kişandine û dema xwe vala vala di bar û meyxaneyan de derbas kirine. Pê re jî tundiya zilam li ser jin û zarokan zêdetir bûye. Lewra jin li ser rêyên çareseriyê û kerhatî kirina enerjiya zilaman ji bo civakê nîqaş kirine. Di encamê de ew bi zilamên gundê re nîqaş meşandine û wan qenat kirine ku li keleka gundê dar biçînin û meyzebikin. Bi vî rengî xwezaya derdora gund rengîn bû. Zilam çalak bûn û kêmtir alkol vexwarine. Pistî demek jî jin êdî nema mecbûr diman ku her roj 2 saet bimeşin da ku ji bo karê malê darên agirê li ser pişta xwe bikişînin. Wextê ku jin bi vî awayî her roj qezenç kirine, wan ji bo rêxistinkirina civîn û perwerdeyên malbatan bi kar anîne. Livir pirsgirêkên malbatî hatin nîqaş kirin û çareser kirin. Jinên vê gundê dan zanîn ku di encamê vê fikirê afirînerî û serkêşiya jinan de bûyerên tundî di nav malan de kêm bûn û rêzdariya hevjînan li hemberî hev û kêfxweşî di jiyana gundê de pêşketiye.
Mînaka jinên Kenyayê, têkoşîna azadiya jinên Kurdistanê û serpêhatiyên jin li gelek herêmên cîhanê destnîşan dikin ku bi têkoşîna li dijî tundî û serdestiya zilam re jiyana komînal a ekolojîk û demokratîk jî tê pêşxistin. Van destkeftiyan ji me re nîşan didin ku bi kuştina zilamê serdest û lêgerîna zilamtiya azad ve em dikarin çavkaniya qeyranên mirovahiyê di sedsala 21’an de zuha bikin û rê li pêşiya hevjiyaneke azad vebikin.