Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Şervana YPJ’ê Cûdî Egîd di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
14/05/2023 - 13:43
di nav Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Rojava
Reading Time: 5 mins read
A A
Şervana YPJ’ê Cûdî Egîd di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN – Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bi daxuyaniyekê şehadeta şervana xwe Tûgba Karakoç ragihand.

Daxuyanî wiha ye:

“Şoreşa Jin a Rojava ji bo hemû rihên ku dixwazin azad bibin re bû stargeheke pîroz. Ev axa qedîm şahidiya gelek gûlîmoran kir. Sînorên ku bi destê hêzên desthildar hatibûn xêz kirin bi şoreşa Rojava re wateya xwe winda kir û gelan li hemberî feraseta qirker bi rihê berxwedaniya jinên qehreman ve nû da yekitiya gelan zîndî kir.

Hevrêya me Tuğba Karakoç bi nasnav Cûdî Egîd di sala 1995’an de li bajarê Amedê, di nava malbateke welatparêz de çavê xwe li jiyanê vedike. Ameda berxwedêr di her dema dîrokê de di paxila xwe de lehengî hewand. Axa ku mirov li ser dayik dibe di têşe girtina kesayetê mirovan de roleke diyarker dileyze. Ji bo wê jî mirovên ku li ser wê axê dijîn weke Sûrên Amedê yên bi heybet hertim li hemberî zaliman berxwe didin û serî natewînîn. Ev kevneşopiya berxwedanê di vebijêrkên jiyana hevrê Cûdî de rêka hilbijartina jiyana şoreşgerî vedike. Di nava malbata hevrê Cûdî de tevlîbûnên ku ji bo tevgera azadiyê çêdibin jî dihêle ku hevrê Cûdî di lêgera xwe ye jiyana azad de biryarên şênber bide. Bi taybet jî tevlîbûna du birayên hevrê Cûdî bandoreke mezin lê dike. Di nava çandeke wiha a ku heta dawî xwedî nirxên azadiya welat derdikevin de lêgera azadiyê a hevrê Cûdî jî bi tevlîbûna nava refên azadiyê ve digihîje wateya xwe ye rasteqîn. Hevala me Cûdî li hemberî feraseta qirker a dewleta Tirk serî hildide û bi rihê berxwedaniya bajarê Amedê di sala 2013’an de berê xwe dide çiyayên Kurdistan ê. Hevrê ye me Cûdî di meşa xwe ye li çiyayên Kurdistanê de dibe xwedî ezmûnên mezin û di nava dilê xwe de di her kevir, lat û ava ku diherike de xeyala Kurdistaneke azad û serbixwe mezin dike. Bi vê hêviya mezin jî hem di warê leşkerî de hem jî di warê birdozî de xwe pêş dixîne.

Hevrê Cûdî piştî têkoşîna xwe ya li çiyayên azad, ji ber êrişên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê vê carê berê xwe dide Rojavayê Kurdistan ê. Li hemberî hovitiya sedsalê têkoşîneke bê eman da meşandin û di nava refên YPJ’ê de weke mîlîtaneke jin bi erkên xwe yên demê rabû. Di nava hevrêyên xwe de bi sekna xwe ye fedakar, dilnizm û bi kelecan cihekî xwe ye taybet çêkir. Li hemberî dagirkerî û desthiladariyê hem şerê çekdarî da meşandin hem jî bû  zimanê vegotina lehengiyên ku li ser vê axê têne jiyîn ê. Bi vê sekna xwe ye piralî ve di nava refên şoreşê de her roj bi coş û kelecana roja yekem tevlî bû û di gelek qadên cûda yên şoreşê de cihê xwe girt. Ji bo avakirina civakeke azad, demokratîk û azadîxwaziya jinê bi rihekî fedayî di hemû şert û mercên zehmet de barê şoreşê da sermilên xwe.

Hevrê ye me Cûdî Egîd di 11’ê meha Gulanê de di encama lêdana balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker de gihîşt asta şahadet ê. Dewleta Tirk a dagirker êrişên bi vî rengî yên namerdane, bi armanca tasfiyekirina pêşengên şoreşa jin a Rojava pêk tîne. Asta biryardariya şoreşa me, hem weke hêza parastinê hem jî weke gel di şênberiya pêşengtiya jin de xwe dide nîşandan. Ev yek di dilê neyarên weke Erdogan de xofeke mezin dide avakirin.  Erdogan û dewleta Tirk a ku xwedî dîrokeke qirkere, bi êrişên xwe yên vî rengî re hewl dide pkolojiya xwe ye têk çûyî rehet bike. Lê xwedîderketina mîrateya şehîdên doza azadiyê sonda me ye. Têkoşîna bê navber a ku didome bi xwe re gelek keç û xortên leheng welidand. Hevala me Cûdî jî yek jî ji wan lehengan bû ku heta hênaseya xwe dawîn ji bo têkbirina feraseta qirker têkoşiya.

Em sozdarê şehîdên xwe ne. Sozdariya me ye ji bo şehîdên azadiya gelan wê bi mîsogerkirina pêşerojeke azad ve bigihijê wateya xwe ye rasteqîn. Em di serî de ji bo malbata welatparêz a Karakoç û hemû gelê xwe ye ku xwedî kerameta xwe ye azadiyê derdikevin, sersaxiyê dixwazin. Wê soza me bibe tolhildan me.

Nasnameya Hevrê ya me ye şehîd wiha ye:

Nasnav: Cûdî Egîd
Nav û Paşnav: Tûgba Karakoç
Navê dayîk: Mûzeyyen
Navê bav: Mehmet Sadiq
Cihê ji Dayîkbûnê: 1995/Amed
Cih û Dîroka şehadete: 11.05.2023/Çelebiyê.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Du kezî û dayikek

Nivîsa Pêş

Êrîşên dagirkeran dewam dikin, gerîla xwe diparêzin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Êrîşên dagirkeran dewam dikin, gerîla xwe diparêzin

Êrîşên dagirkeran dewam dikin, gerîla xwe diparêzin

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê li dijî tecrîdkirina Rêber Apo meşiyan

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê li dijî tecrîdkirina Rêber Apo meşiyan

Manşet

  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.