ŞIRNEX – Hat ragihandin ku di operasyona leşkerî ya li herêma Bestayê de pevçûn derket û gelek dagirker birîndar bûn. Hate diyarkirin ku di saetên sibehê de li herêma Besta ya Şirnexê di navbera dagirkeran û gerîlayên Azadiya Kurdistanê de pevçûn derket. Hat ragihandin ku di pevçûnê de gelek leşker birîndar bûne. Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin hildan, pevçûna li herêmê bi piştgiriya hewayî dewam dike.
Hate hînbûn ku ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê gelek bijîşk ji bo mudaxeleyî leşkerên birîndar bikin sewqî Nexweşxaneya Leşkerî ya Şirnexê ya di nava 23’yemîn Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan de ye.