NAVENDA NUÇEYAN – Di dîrokê de hêza herî mezin a terorîst kiye? Ger teqez em ê wateyekê bidin terorê ew jî ev e: Ji bêrehm, bêqûral û bi tundî êrîşkirina ser berjewendiyê mirov yan jî gelan re tê gotin terorîzm. Divê em bêmafiyê jî li ser vê zêde bikin. Ger tu ne mafdar, bêqûral, dema pêwîst kir di oxira ne tiştekî de yan jî li beramberî berjewendiyê derdorekê tu bê armanc tundiyê bikar bînî, tu dibî terorîstê herî mezin. Di vê de kî li pêş be, terorîstê herî mezin ew e. Ji bilî vê şerê pîroz ên parastinê hene. Dema bi înkar, ruxîn, mêtingerî û çewsîneriyê bi ser mafê mirovekî, bi qasî yê mirov ê gel, netew, çîn, cemhet, çanda divê bi awayekî rewa bê jîn de çûyî, berxwedaniya li beramberî vê bê raberkirin mafê berxwedaniya pîroze û ji vê re tê gotin şerê pîroz.
Ger ev êrîşek digihêje asta tevkujiyê de be, gelekî, mirovekî, şêwazê jiyanekê heta dawî ber bi tinekirinê ve dibe, ji berxwedaniya li beramberî vê tê raberkirin re tê gotin şerê pîroz. Ger ev berxwedanî di derbarê mafdariya jiyanek nû, di derbarê afirandina wekhevî û li gorî aşîtiyê guncaw be, xisletên di vê mijarê de çiqas diyarker bin, wek şerekî berxwedanê ya ku pîroz tê nirxandin. Dema em van pênaseyan tînin berçav, diyardeya terorîstê herî mezin wê bê dîtin ku KT’yê bi xwe ye. Şêrê taybet ê ne mafdar bêy ku ti sînoran nas bike ji aliyê KT’yê ve niha tê meşandin şerê herî mezin ê terorîste. Li beramberî vî şerî ji aliyê kedkarên gelekî ve tê meşandin jî şerê pîroze. Bi vê terorîzmê gefa herî mezin li mafê mirova dixwun, ji hemû aliyan ve mafê jiyanê ji dest wan tê girtin, heta tenê ne mafê jiyanê, xwezaya ew pêwîst dike jî bi erdê re dikin yek. Bi vî rengî di qonaxek di terorê de ti sînoran nas nake de şerê li beramberî vê tê dayîn eşkereye ku şerê herî pîroze. Ev pênase pir zelale. Nerînek ji rêzê jî ji bo ku mirov nîşanî her kesî bide terorîzm wisa tê destgirtin bese.
KOMARA MÊTINGER QIRÊJ Û TAWANBARE
Abdullah Ocalan