MEXMUR – Hikumeta Iraqê kete nava hewldanên derdora Wargeha Penaberan ya Mexmûrê bi têlan dorpêç bike. Bi dehan wesayîtên zirxî li seytereyê derdora wargehê girtine û dixwazin têkevin nava wargehê û derdora wê bi têlan dorpêç bikin. Hikumeta Iraqê bi dehan wesayîtên leşkerî, tevî çek, kepçe, têlên ji bo dorpêçê, li derdora wargehê belav bûne û dixwazin derdora wê bi têlan dorpêç bikin.
Xelkê wargehê pêl bi pêl di herike seytereyê û dijî vê hewldana Iraqê radiweste.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Artêşa Iraqê 27’ê Kanûna 2021’ê jî ketibû nava hewldana dorpêçkirina bi têlan a Mexmûrê, li ser berxwedana gel a Mexmûr neçar mabû ku vekişin, dawî li vê hewldanê bînin.