NAVENDA NUÇEYAN – Herî dawî di 27’ê Nîsana 2020’an de bi Rêber APO re hevdîtin pêk hat. Hevdîtina herî dawî ya parêzeran bi muwekîlên xwe re di 7’ê Tebaxa 2019’an de bû. Di vê rastiyê de gelê welatparêz û bi taybetî jî ciwan di têkoşînê de xwedî berpirsyariyeke mezin e. ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO. Di çarçoveya vê xetê de ciwanan têkildarî girîngiya têkoşîna ji bo azadiya Rêber APO ji ajansa me re axivîn:
Navê min Zelal ev bûye 2 sal zêdetir tu agahî ji Rêbertî nîne aynî demê de ev bûye 25 salin Serokatî dinava Tecrîdekî pir giran deye. Dewletên Dagirker an jî dewletên Hegemon Serokatîya me kirine Tecrîdekî pir giran di eynî demê de ev bûye 2 salin zêdetir ne agahî ya parezeran ne jî agahîya malbatê di eynî demê de wakî Gelê kurd ê ku serokatî pêşengtî ji bo Azadîya Gelê kurd kirîye û eynî demê de jî ji bo azadîya hemû gelên bindest tu agahîya me ji Rêbertî nîne. Tendurîstîya xwe çawaye yan jî rewşa xwe ê fîzîkî çawaye di çi rewşê de jîyan dike tu agahî nine. Em dizanin ku Serokatî dibin Tecrîdekî pir giran de dewletên desthilatdar dewletên komploger Serokatîya me kirine tecrîdekî pir giran armanca wan ji vê tecrîde çîye, yan jî dixwazin ji vê tecrîdê ku 2 salan zêdetir agahî ji serokatî ya me nîne. çî dixwazin ku tu agahî ji Serokatî dernekevin anjî tu perspektîfên Serokatî him ji bo Tevgera Azadî dernekevin di eynî demêde ji bo hemû Gelê Kurd Azadî xwe dernekevin ku ev Gelê ku bi salane ked jê re dayî. Û bi salane ku Gelên Serokatî jêre Peşengtîya Azadîyê kirî ji bo hemû Gelên Cîhanê û ji bo Gelê Kurd bi taybet kirîye dixwazin ku Gel û eynî demê de Tevgera Azadîye devji vê doze berdin û gav paşde bavêjin. lê ama cîhê ku Fikir û Felsefeya Rêbertî heye cîhê ku Paraznameya Rêbertî hene di wê derê de Serokatî heye. Raste belkî fîziki Rêbertîya me di zîndanê deye, ama ruhî menewî wek felsefe Serokatî di hemû Cîhanê de em dikarin bêje belavbûye her diçe belavtir dibe di eyni demê de dikarim bêjim armanca Dewletên komploger yê ku bi taybet li ser Jin dide meşandin. Bi taybet jî li ser Rêbertî di tecrîda li ser Rêbertî di tê meşandin li ser hemû Gel aslında ev Tecrîda heye bi taybet jî li ser Jin li ser xeta Azadîyê em dibînin ku êrîşên faşizim û dagirkerîyê di van salên dawîyê de daha zêdetir êrîşên li ser Jin zêdetir bûne bi çi awayên Dest Dirêjkirin bê Tecevûz kirinê bê Qirkirinê bê di hemû milan de êrîşekî ne normal li ser Jin di tê meşandin.
Ev jî hemû ji berku Rêbertî xeta Azadîyê Jinê daye dîyarkirin, pêşengtîya Jinê, Azadîya Civak û Welat werê Mîsoger kirin. Di eynî demê de em dikarin bêjin bi Şîyara ”Jin Jîyan Azadî ” Şoreşa Rojhilatê Kurdistanê pêşwazîya Şoreşê dike. Bi vê Şîyarê em dibînin hemû Jin hemû Ciwan pêşengtîya Şoreşê di Rojhilatê Kurdistanê de dikin. çiqasî Dewleta Îranê Destdirêjî çiqasî em dikarin bêjin ku di hemû milan de êrîşên Jînên Ciwanan didin meşandin lê ama bi vê şîyarê hemû Gel jî xwe rêxistin dikin hemû Jin divê felsefeyê de xwe dibînin. Lê ama eger ku erk û berpirsyarîya, ya me wekî Ciwan ji bo Azadîya Fîziki ya Rêber Apo bêjin çîye eger em çiqasî karbikin xebat bikin emê tam ji bo berxwedanî yaku Rêbertî’ya me di hûndira zîndana îmralîyêde dide meşandin. em tam jêra nabine bersiv, ji ber ku pêvajoya hatîye derbaskirin bi berxwedanî û tekoşîna Rêbertî û Gerîlayên Azadîyê Kurdîstanê hate meşandin di eynî demê de em wekî Tevgera Ciwanên Şoreşger û wekî Yekîya Jînên Ciwan bi Rihê Sara û Rûkena yakû fêda kirine xwe emê bi vê rihê tevlî vê pêvajoyê, emê bi vê rihê Azadîya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.û eynî demêde helwesta me yan jî sekna me ji bo 2023 çîye ewe ku Azadîya fîzikî ya Rêber Apo were mîsoger kirin. ji bo ku em Azadîya fîziki ya Rêber Apo mîsoger bikin. Me weke Tevgera Ciwanê Şoreşger û Yektîya Jînên Ciwan hemle ya ku ”Cenga Azadîyê Serbixe” me daye destpêkirin. Di hûndirê vê hemleyê de Armanc û hedefa me ya yekemîn ewe ku em Azadîya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin. Û em Dewletên Faşizm û Qirker hemûyan binbixînin û Azadîya ku Gelê kurdistanê yê ku Gerîlayên kurdistanê pêşengtîya wê dikin. Wê Azadîya Kurdistanê mîsoger bibe. Di hûndirê vê hemleyê de tiştê ku were rêxistin kirin yan jî tiştê were kirin armanca wan ya yekemîn Azadîya fîzîki ya Rêber Apo ye di eynî demê de Azadîya Jin bi taybet ya ku pêşengtîya Civakê dikeye û di eynî demêde ji bo xilaskirina Ciwana ji Sîstema Kapitalizm, Sîstema Şerê Taybet ji bo ku hemû jin hemû ciwan jî berbi Azadîyê ve bimeşin xebatên di hûndirê vê pêngavê de werin despêkirin.
Çi di xebatên fikrîda bê îdeolojîk dabê sporî bin çandî bin di hemû alîyan de Ciwan ê werin perwerde kirin. Di hemû alîyan de Ciwan pêşengtîya vî kar û xebatî bikin. Azadîya fîzîki ya Rêber Apo mîsoger bikin. Em dizanin ku Rêbertî barê herî giran yan jî bawarîya herî mezin daye Jin û Ciwana ji bo ku xwedî li vê berpisyarê derkevin xwedî vê bawarîyê derkevin heya ku em dikarin heya ku hêz û îrade ya ku Rêber Apo daye me emê bi vê hêzê bi vê îradeyê li hemberî vê Faşizm Dagirkerîyê Şer bikin. Û emê Tekoşin bikin û Soza me ewe kû heya Azadîya fîzikî ya Rêber Apo mîsoger nebe emê tu carî dev ji tekoşînê û berxwedanîyê û şerê ku naha diqawimînin hemberî vê sîstemê emê tu carî devjê bernedin. Û heya dawî ji bo hemû Şehîdên ku ji bo vê xetê ji bo vê tekoşînê ji bo vê Azadîyê Canê xwe Fêda kirine. heya dawî li ser şopa wan bin û emê bi hêz û îradeya ku Jin bi Taybet xwe Fêda kirine canê xwe kirine Agir yan jî canê xwe Fêdayî vê Rêxistinê kirine yan jî canê xwe Gelê Kurd kirine. em heya dawîyê ji li ser şopa wan Hevalan bimeşin heya ku em Faşizm û dagirkerîye ji welatê xwe dernexin heya ku em faşizm û dagirkerîyê ji axa kurdistanê tune nekin. Emê tu carî dest jê bernedin heya em Cenga Azadîyê Sernexînin emê her li qadan bin emê her li hemberî dagirkerî şer bikin. Bila tu carî tu kes bawer nekê ku Ciwanên Kurd yan jî Jinên Kurd wê dev ji Azadîyê û tekoşînê berbidê.
Navê min Naser ez endamê encumana Surîyê Demokratîk. Bi rastî derbarê erk û berpisyarê Ciwana tiştê ku li ser mile Ciwana de dikeve. em dikarin bêjin yanî derbarê parastina xeta Serokatî parastina xeta Şehîdan parastina xeta Şoreşê erkê herî mezin û berpirsyarî ya herî mezin a Ciwana ye ku qasî dikaribin şoreş serbixin ciwane Qasî ku bikaribê Şoreşê bi serkeftinê tecdar bikin. Ev Ciwanên vê Şoreşê ne wekî me dît destpêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê çawa Ciwan xwe rêxistin kir. Yan jî em dikarin bêjin destpêka Şoreşa kurdistanê dema Serokatî û Hevalên wê ev ramana destpêkirina Tekoşînê dan ew jî Ciwan bûn xwendekar bûn Ciwanên ku karibin berxwedanî bikin Ciwanên ku karibin Tekoşînê bidin meşandin Ciwanên karibin Faşizme têk bibin bişkînin Ciwanin. Ew ciwanên ku berpirsyartîyên mezin hîsbikin Ciwanên Şoreşger e Ciwanên karibin rihe Şoreşê bidin jîyan kirin. Her wîha jî di tekoşîna sîyasî tekçûyîna fikrî de tekçûyîna çekdarî de ku çar perçeyên Kurdistanê hat meşandin derbasî çîyan bûn. derbasî tevahî dûnya yê bûn ku tekoşîna xwe bidin meşandin tekoşîna xwe berdewam bikin ku hêza xwe yê fikrî Ramanî ê çekdarî hêzdar bikin. Ciwanin bi rastî Rojavayê Kurdistanê de jî yani tekoşîna Ciwana tekoşîna herî mezine me dît di destpêka Şoreşê heya naha hertim hemle bi hemle qonax bi qonax yanî nifş bi nîfş kesên ku di nav ciwana de cîyê xwe digrin. Ciwanên ku tekoşînê didin meşandin şoreşê xwe didin meşandin ev di Ciwanên ku gelek tiştan bi serxistin gelekî deskeftîyan bi serxistin û gelekî serkeftinan didin dîyar kirin. yanî bi rastî di hemleya me naha hemleya ku nû tê destpêkirin hemleya ”Cenga Azadîyê Serbixin” em dibînin ku ev hemle wê gelek Serkeftina, Serkeftinan di nav xwe de bihewînê hemleyên berê hemleya Serî Hilde, Werin Cenga Azadîyê hemleyên dîtir ku bi hemî Komela Ciwan ê ku di ser asta Bakur û Rojhilatê surîyê li sûrîyê li Kurdistanê di tevahî Cîhanê destpêkirî. Serkeftinên qezenc kirî wê heman serkeftinê, serkeftinên mezintir bidin qezenc kirin. Heya ku bigihînê armanca xwe ku ev hemle armanca xwe ku nûjen kirin xwe zelal kirin rewşa girêdayî bûna xwe bi fikrê xwe nûjen kirin. Û her wîya jî serxistina Cenga Azadîyê, Cenga ku Çîyayên Kurdistanê li nav her çar perçeyên Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê tê meşandin serbixe.