Helebçe – Bi boneya meha şehîdan ciwanên welatparêz yên kurdistanê geştek bi rêxistin kirin. ciwanan serdana muzexaneya Helepçeya şehîd kirin. her wiha li ser wate û girîngiya meha şehîdan bi pêşengtiya ciwanan semîner hate dayîn.
Zêdeyî 50 endamên herêmên Kirkûk, Germiyan, Silêmanî, Hewlêr û Şarezûr beşdarî çalakiyê bûn û ji bo dîtina zilma ku rejîma Beas li gelê Kurd kiriye, bi serdana avahiya Asayîşa Sor a Silêmaniyê destpê kir. Ev geşt ber bi bajarê Helebce ve berdewam bû û li wir serdana bîranîna şehîdên Helebce û mûzexaneya şehîdên Helebce kirin û armanca wan ji van geştan dîtina komkujiya ku dijminan li dijî gelê me kiriye kurd bû.
https://youtu.be/bp7QRpSwTxE