GERMIYAN – Artêşa Iraqê 20’ê Gulanê destê sibehê bi rêjeyek zêde ya wesayîtên zirxî û leşkerî xwest bikeve Wargeha Penaberan a Mexmûrê û bi têl û danîna kuleyan dor li kampê bigire. Li ser vê, şêniyên herêmê herikîn pêşiya wan û pêşî li vê hewldanê hate girtin. Ev sê roj in xelkê kampê kon danîne û di nobedê de ne.
Di daxuyanîyê da hanîn ser ziman ku:
“Wekû tê zanî 3 roje arteşa îraqê erişêkî anî liser xelkê Kampa Mexmûr. Van erişan li çarçoveya dorpêça zêdetirî 30 sale liser Kampê kû heta roja meya îro didomê. yek ji serdemên vê pîlanê jî binkeftina erdoqane li hilbijartinên 14ê gulanê. Rejîma faşîst û qirkar a erdoqan dixwaze li hember îradeya gelê kurd bi qirkirin û jino jinosîd gelê kurd û rûmeta wî tune bike.
Em jî wek xelkê başûrê kurdistan dibêjîn em bi we re ne. Em we bi tenê nahêlîn û weke ciwanan kû derê pêwîstî hebe em di vê derê ne.”
Daxuyanî bi slogan e “Bimrê dagîrker” bi dawi bû.