NAVENDA NUÇEYAN – Çend roj beriya hilbijartinên serokkomariyê li gelek bajaran operasyonên qirkirina siyasî li dijî Kurdan û sosyalîstên alîgirê îtîfaqê pêk hatin.
DI OPERASYONA NAVENDA TEKÎRDAGÊ DE: 30 KES HATIN DESTGÎRKIRIN
Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Tekîrdagê ve hate rêvebirin, bi awayekî hemwext bi ser gelek malan de hate girtin. Hate ragehandin ku di çarçoveya lêpirsîna bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate rêvebirin de 4 jê ji Çanakkaleyê nêzî 30 kes hatin destgîrkirin.
Hate diyarkirin ku Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Bajêr Omer Farûk Kiriç, rêveberên HDP’a Bajêr Seza Buyukkiliç, Tûrgût Haskan û Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Bajêr ê Berê Veysel Kûtlûay li Çanakkaleyê û rêveberê Partiya Jinûve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) ê Navçeyê Mehmet Akyurek jî li navçeya Keşan a Edîrneyê hatine destgîrkirin.
Kesên hatine destgîrkirin wê bibin Tekîrdagê.
Hate hînbûn ku li Tekîrdagê jî di nav kesên hatine destgîrkirin de hevserokên berê û rêveberên niha hene. Di dosyaya lêpirsînê de biryara nepen heye.
Navên hin kesên hatine destgîrkirin wiha ne: “Hîlmî Karaoglan, Zubeyde Karaoglan, Serkan Karaoglan, Senem Ozbey, Servet Taşkin, Mehmet Akyurek, Sîbel Kayikçi, Cezmî Yaman, Rahmî Dîrek, Ayla Eroglû, Omer Farûk Kiriç, Denîz Erdem, Seza Buyukkiliç, Veysel Kûtlûay, Tûrgût Haksal.”
LI MÊRDÎNÊ 13 KES HATIN DESTGÎRKIRIN
Serê sibehê leşker û polîsan li navçeyên Qoser, Nisêbîn, Stewr û Dêrikê avêtin ser gelek malan. Di serdegirtinên malan de 13 kes hatin destgîrkirin. Malên welatiyan hatin serûbinkirin. Hat zanîn ku ev welatî bi îdiaya “alîkarî dane rêxistinê” hatine destgîrkirin. Navên kesên hatine destgîrkirin wiha ne: Mahmût Damar, Metîn Yilmaz, Samî Îldem, Şukru Dûrgan, Abdûllah Çelîk, Yavûz Demîrkiran, Osman Sîgî, Recep Turk, Huseyîn Soylemez, Şiyar Koç, Faris Alak, Firat Demir û Mehmet Şerîf Kavak.
DI OPERASYONA KU NAVENDA WÊ MERSÎNÊ YE: 24 KES HATIN DESTGÎRKIRIN
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê ve tê meşandin de li Mêrsîn, Enqere, Antalya, Edene û Îzmîrê bi hemwext bi ser 28 deran de de hate girtin. Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê bi îdiaya parvekirinên medyaya dîjîtal û pere şandina ji girtiyan re ya bi ser Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (Çûkûrova TÛAY-DER) daye destpêkirin de 24 kes hatin destgîrkirin.
Di dema destgîrkirinê de deriyên malan hatin şikandin û tiştên malê hatin belavkirin.
Navê kesên hatine destgîrkirin wiha ne: Rojnamevanê MA’yê Delal Akyuz, Hevserokê HDP’a Yenîşehîrê Îbrahîm Kaylan, Serokê HDP’a Yenîşehîrê yê berê Emrah Denîz, rêveberê HDP’ê Devrîm Aydin, rêveberên DBP’ê Kadrî Ezel, Cengîz Dere, rêveberên TÛAY-DER’a Çûkûrovayê Esmer Ogûz, Selîm Ekîcî, Azat Taş ê ji sedî 85 astengdar, endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê ya Mêrsînê Sureyya Ceylan, Ozkan Yalçin, Beşîr Acar, Yûsûf Korkût, Nebî Korkût, Ramazan Çatûk, Ramazan Aslan, Ferhat Demîr, Îbrahîm Dûrak, Engîn Aydemîr, Erhan Beyhan, Hamza Arpaç, Mehmet Kapan û Ozkan Yalçin.
LI ENQEREYÊ DEMA DESTGÎRKIRINÊ HATE DIRÊJKIRIN
Li aliyê din dema ragirtina kesên ku di pîrozbahiya Newroza Enqereyê de bi îdiaya “propagandaya terorê” kirine hatin destgîrkirin hate dirêjkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê duh lêpirsînek dabû destpêkirin. Serê sibehê polîsan avêt ser gelek malan û gelek kes destgîr kiribûn. Hat zanîn ku kesên hatine destgîrkirin bi îdiaya di pîrozbahiya Newroza Enqereyê de “propaganda rêxistinê kirine” tên tawanbakirin. Encama Meclisa Partiya ya HDP’ê Bedriye Irmak jî di nav de Nebahat Çalpan, Halîl Guzel, Bariş Guzel, Ahmet Guzel, Aykût Bozkûş, Cahît Gumuş, Yasîn Bahçivan, Samet Ayataç, Kadîr Aytaç û Ramazan Aggoz li Enqereyê û Mert Ustundag û Mehmet Ustundag jî li Erziromê li midûriyeta polîsan tên ragirtin.