HESEKÊ – Hêzên Iraqê di roja yekem de bi çekan êrîşî xelkê Wargeha Mexmûrê kirin û di encamê ciwanek bi guleyê birîndar bû. Berxwedana xelkê wargehê 4 roj in bê navber dewam dike. Ji bo belavkirin û xurtkirina vê berxwedanê jinên ciwan li Hesekê xwepêşandanek li dar xistin. Di heman demê de xwepêşandanek di bin çarçoveya diruşma kampanyaya nû ‘Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî’ hat lidarxistin. Ji ber vê jinên ciwan pankartên ku navê kampanyaya nû li ser hebû, hildan. Her wiha alên Rêber Apo û ye Yekitiya Jinên Ciwanhatin hatin hildan.
Xwepêşandin li qadê duware kevok dest pê kir û li qadê duware Ş. Serhat bi dawî bû. Betul Semira li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Hesekê, daxuyaniyek da û got: “ Dewleta Tirk, PDK û hikûmeta Iraqê bi hedefgirtina sivîlan dixwazin îradeya vî gelî bişkînin. Ev êrîş berdewamkirina komploya li dijî gelê Kurd. Em wek Yekîtiya Jinên Ciwan di nav çarçoveya kampanya ‘Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî’ piştgiri berxwedana gel a Mexmûrê didin. Em ê bibin destek ji gelê xwe yê Mexmûrê re.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Berxwedana Mexmûrê’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.