MINBIC – Li Minbicê 2 malbatên walatparêz zarokê xwe dîyarî dan Tevgera Azadîyê. Bi alê Partîya Karekerên Kurdistan (PKK) û Alê Rêber Apo û bi beşdarbûyîna bi dehan ciwan û jinên ciwan Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûrîyê û Yekîtîya Jinên Ciwan, malbatan pêşwazî kirin û li ser navê ciwanan Ehmed axivî û got: Gelê Minbicê û ciwanên Minbicê her kes bi têkoşîna Rêber APO ê zêdetirî 25 salan a li Îmraliyê dizane û dibîne, îro du malbatên hevrêyên me li ber xwe dan. Pêşiya zarokên xwe dikin ku li çiyayên azadiyê li eniyên şeref, berxwedan û rûmetê bibin têkoşer û di bin dirûşma dayik û bavên şoreşger de welatê azad qebûl kirin. Niha jî em bang li malbata rêheval Mihemed dikin.
Bavê Mihemed: Gelê me ê Şoreşger ez dibêjim ev gelê me yê Minbicê ê ku her tiştî didê vî gelê Kadroyên PKK’ne bi keramet û bi serbilindî. ji ber ku me her êş dît, li bajarê Minbicê ye ku xayîn çi li gelê me kirin. Lê belê Tavgera Azadîyê me ji zilm û zorê xilas kirin. ji bo vê jî ez Zarokê xwe dîyarî ya Rêber Apo dikim. Ger em têkoşîn nekîn kes ji bo me têkoşîn nake. Ji hemû ciwanan re dibêjim li şuna em şerê taybet bandor dibin, ji bo welatê xwe Ji bo şerefê xwe ji bo axê xwe li hemberî hemû gelê xwe ez tevlî nava refên Tevgera Azadîyê dibim.
Axaftin ‘’ Bi Can Bi Xwîn En bi terene Ey Gerîlla’’ û ‘’ Bê Serok Jîyan Nabê ‘’ Bi dawî bû.