NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên Tolhildanê diyar kirin ku li Amed û Wanê li dijî polîs û hevkarên faşîst çalakî li dar xistine.
WAN
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Mizgîn Zerya duh êvarê saet di 20.00’an de li dijî polîsên Tirk ên faşîst ên xwestin bikevin Navçeya Koyiçî ya Wanê çalakiyek li dar xist. Yekîneyê bi molotof û teqemeniyên destçêkirî li wesayîta zirxî ya hewl dida bikevin taxê xistin. Yekîneyê diyar kir ku bi qasî 2 saetan li hemberî polîsên faşîst li ber xwe dane û polîs neçar man xwe ji taxê vekişînin.
Yekîneyê di daxuyaniya xwe de ev agahî dan:
“Heta ku tecrîda li ser Rêber Apo bê şikandin û Rêber Apo azadiya xwe ya fizîkî bi dest nexe, em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe weke yekîneyên tolhildanê li ber xwe bidin. Em dixwazin zêde bikin ku her saet, her deqe û her saniye ku hûn Rêberê me dîl digirin, agirê nava me geş dibe û em soz didin ku em ê we di nava wî agir de bişewitînin.”
AMED
Yekîneya Tolhildana Azad a Şehîd Andok ragihand ku di 1’ê Hezîranê de li Amed Yenîşehîrê çalakiyek li dar xistine.
Der barê çalakiyê de ev agahî hatin dayîn;
“Li Amed/Taxa Yenîşehîr Şîlbe hat tespîtkirin ku hevkarekî ku bi dijminê dagirker re hevkariyê dike, agahiyên îstîxbaratê daye dijmin û dijmin bi awayekî nas ket û derketiye vê malê. Ji ber vê sedemê di derdora seat 23.30’an de ji bo hişyarkirina hedefa diyarkirî êrîşa molotofan pêk hat. Ji niha û pê ve divê her kes baş bizane ku kî hêviya alîkariyê ji dijmin bike wê bi awayekî hovane bibe hedefa me. Ev çalakî li ser navê hevrêyê me yê şehîd Rêzan Kaya hatiye lidarxistin.”