Serkeftine Gelê Mexmûrê: Lihevkirin çêbû, xelkê Mexmûrê dawî li çalakiya xwe anîn

MEXMUR – Ji 20’ê Gulanê ve artêşa Iraqê hewl dida derdora Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) xendekan bikole, têl bike û bircan ava bike. Ji roja destpêkê heya niha ango 16 rojin, penaberên Mexmûrê li hemberî vê hewldanê rawestiyane û 16 rojin bi şev û roj li dijî dorpêçê di nava berxwedanê de ne. Ji aliyê komîteya dîplomasî û Meclîsa Gel a Mexmûrê ve gelek hevdîtin bi rayedarên Iraqê re pêk hatin. Di encama van hevdîtinan de li hevkirinekî çêbû û leşkerên Iraqê ji dora wargehê vekişiyan û gelê Mexmûrê jî dawî li çalakiya xwe ya konvedanê anîn.

Meclîsa Gel a Demokratîk ya Wargeha Mexmûrê: “Dorpêçkirina wargehê xwesteka dewleta Tirk û PDK’ê bû û dixwestin bi destê Iraqê bidin pêkanîn. Di encama li hevkirinê de hêzên Iraqê ji dora wargehê vekişiyan û gelê Mexmûrê jî dawî li çalakiya konvedanê anîn. Wê ti hêz û êriş, nekare vîna gelê Mexmûrê desteser bike.” Têkildarî vê mijarê ji aliyê Meclîsa Gel a Demokratîk ya Wargeha Mexmûrê ve daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyanî li Saziya Malbatên Şehîdan ji aliyê Hevserokê Meclîsa Gel Yusif Kara ve hat dayîn.

Daxuyanî wiha ye: 

“Ev 16 rojin gelê me li dijî dorpêça Iraqê li ber xwe didin. Ev hewildana dorpêçkirina wargehê ne niha ketiye rojeva me, ev du salin di rojeva me de ye. Ji ber ku di sala 2021’an de jî xwestin dora me têl bikin. Ev dorpêç bi zextên dewleta Tirk û hêzên herêmî wek Mala Barzan pêktên. Ev dorpêç parçeyek a konsepta dewleta Tirk e. Dewleta Tirk û PDK dixwazin wargeha Mexmûrê belavbikin. Ji ber wê jî zextek zêde li Iraqê dikin. Heta niha wek wargeh, me ti zagonên Iraqê binpênekirine. Iraq jî vê dizane. Me di hevdîtinên xwe de bi caran anî ziman ku bi xwestekên dewleta Tirk û PDK’ê tevnegerin û dora me dorpêç nekin. Di 20’ê vê heyvê de xwestin dora me têlbikin û xendekan bikolin, bi seyareyên zirxî û bi çek dora wargehê girtin. Li ser vê yekê gelê me wek timî berxwedana xwe nîşanî Iraqê da.

Me ji ber vê mijarê gelek hevdîtin pêkanîn û herî dawî hevdîtinek a me li Bexdayê çêbû. Di encama hevdîtinan de, bi rêya diyalogan li hevkirinek çêbû. Iraqê hêzên xwe yên zêde ku hatibûn dora wargehê dorpêçbikin, di paş de birin û me jî dawî li çalakiyên xwe yên demokratîk wek çalakiya konvedanê anîn. Lê bila her kes bizane, kengî êrişek li ser wargehê çêbibe û bixwazin vîna gelê Mexmûrê desteser bikin, wê li hember xwe têkoşîn û berxwedana gelê wargehê bibînin. Em dizanin ev dorpêçkirin xwesteka dewleta Tirk û PDK’ê ne û dixwestin bi destê Iraqê bidin pêkanîn. Ji roja destpêkê heta niha me xwest bi diyalog   ev mijar çareser bibe û wisa jî çêbû.

Em wek gelê Mexmûrê spasiya tevahî sazî, partî û kesên ku ji bo me rabûnî ser piyan dikin. Mexmûr mînaka berxwedanê ye û divê di her mijarê de Kurd yekitiya xwe çêbikin.”

 

Nivîsa Pêş