QAMIŞLO-Civîn di Çarçovaya Pêngava ‘’ Cenga Azadîyê Serbixin ‘’ de hat li darxistin.
Di Civînê de bi taybetî Tecrîda Giran kirî ya li ser Rêber Apo tê mêşandin bi berfirehî hat nirxandin.
Hola Civînê bi wêneyên Rêber Apo alên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtîya Jinên Ciwan û bi pankartên ku li ser hatîye Nîvîsan din ‘’ Cenga Azadîyê Serbixin ‘’ hatibû xemilandin.
Bi dehan Ciwan û Jinên Ciwan beşdarî civînê bûn.
Civin bi deqeyek rêz girtin despê kir. Piştrê bi nirxandinên rewşa Rêbertî û siyasî berdewam kir. Di derbarê bandorîya şerê taybet li ser civakê gelek nirxandin hatin kirin. Ciwana dan diyar kirin ku taybet di pevajoyekî de ku çiyayên Kurdistanê de berxwedanêkê dîrokî tê meşandin. Her wiha ji bo Azadîya Fizikî ya Rêber APO Ciwana dan diyar kirin ku we ti carî def ji vê dozê bernedin û tekoşîna xwe bilind bikin heya Rêber APO ji çar diwarên Imralîyê rizgar bikin.
Li ser navê Meclîsa Ciwana Vîyan Nûjîyan axivî û wiha got: Taybet Karê Ciwana, hemû kare Ciwana tenê li ser Rêber Apo ye hemû kare me li ser vê esasê ye. Çawa emkê Rêber Apo fîzîkî Azad bikin. Çawa emkê fikre Rêber Apo belav bikin. Çawa emkê xwe bigihejînin em wekî Ciwan. Ciwanên Şoreşger, Ciwanên rexistinkirî ne bes Ciwanê Şoreşger Yekîtîya Jinên Ciwan, Malbatên Şehîdan, Werziş û Ciwanên PYD ê Spor. 25 salin Serokatî îmraliyê de girtîye. Ev bû 25 salin Serokatî girtîye û di destê tirkên faşist de esîre. Ev ji bo me Rexendayînekê mezine. Belkî naha piranî Ciwanên vir piranî di binî 25 salan de ne. Lê belê Serokatî ev bû 25 salin girtîye.
Ciwanan di Civînê de Wiha gotin: Ciwan bêtir li ser perwerde û li ser kêm mayina di kar û xebatên xwe li beramberî Şehîdan û Rêber Apo rexnedayîn dan û gotin emê bi hemleya Nû (Cenga Azadîyê Serbixin) de kar û xebatê xwe xwertir bikin.
Civin bi solgana ‘’Bijî Serok APO’’ , ‘’ Bijî Partîya Karkerên Kurdistan’’ û ‘’Jin Jiyan Azadî’’ bi dawî bû.