HESEKÊ – Îro jinên ciwan ên xwendekar li zanîngehê Hesekê hatin cem hev û ji bo kampanyaya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” xebatên organîze kirin.Di mehên dawî de jinên ciwan ji bo kampanya li Hesekê konser, daxuyanî û civînek li dar xistin. îro jinên ciwan ên xwendekar li zanîngeha Hesekê xebatên kampanyayê kirin. Jinên ciwan ên Hesekê afîşên piçûk û afîşên mezin li der û dora zanîngehê daliqandin û belav kirin. Bi wêneyên rengîn ên li ser afîşên Jinên ciwan dixwazin kampanya li zanîngehê baştir bidin naskirin.