KOBANÊ- Îro Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûrîyê yê Herema Firatê Ji bo Azadîya Fîzikî ya Rêber Apo mitîngekî Girseyî lidarxistin. Miting li qada Şehîd Egid ya bajarê Kobanê hat lidarxistin. Cihê mitîngê bi alê Rêber Apo, Ciwanên Şoreşger û bi Pankartên ku li ser hatîye nivîsandin ‘’ Cenga Azadîyê Serbixin ‘’ û ‘’ Jîn jîyan Azadî ‘’ xemilandin.
Bi dehan Ciwan, jinên Ciwan û şênîyên Kobanê beşdarî mitîngê bûn. Di mitîngê de bê navber sloganên ‘’ Bijî Serok Apo ‘’ ‘’ Bê Serok Jîyan Nabê ‘’ hatin berz kirin.
Piştî deqeyekê Rêzgirtin Ji bo Pekrewanên Azadîyê Kurdistan. li ser navê Desteya Ciwana Avaşîn misto axivî û got: Rêber Apo ji bo gele Kurd û hemû Gelê Azadî xwez Tekoşînekî bê hempa dimeşînê. Em wekî Ciwanên Şoreşger di bin slogana ‘’ Cenga Azadîyê Serbixin ‘’ Azadîya Fîziki ya Rêber Apo mîsoger bikin Em vê mitîngê lidardixin. Pêwîste Ciwanên Kobanê ji bo Azadîya Fîzkî ya Rêber Apo mîsoger bikin her di nava çalakîyan dabin.
Piştre Ciwanan li ber stranên Şoreşgerî govend gerandin.
Miting bi sloganên ‘’ Bê Serok Jîyan Nabê ‘’ bi dawî bû.