BEHDINAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Êrîş û çalakiyên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî gerîalayên azadiya Kurdistanê yên li Bakur û Herêmên Parastinê yên Medyayê didomin. Operasyonên êrîşa li Amedê di meha dawî de bênavber didome. Di encama van çalakiyan de di 2 û 3’ê Hezîranê li navçeya Amedê 3 hevrêyên me şehîd bûne. Herêmên Parastinê yên Medyayê jî di 3 rojên dawî de 13 caran bi bombeyên qedexekirî, 28 caran bi balafirên şer, 4 caran bi helîkopterên êrîşê û 226 caran jî bi obus û tankan hatiye bombekirin. Dagirkeran dema li Qadên Berxwedanê dest bi tevgerê kirine, hêzên me li wan dane û 2 dagirker hatine cezakirin. Di heman demê de dagirker hewl didin bi kepçeyan jî çeperên me yên berxwedanê hilweşînin.”
HPG’ê der barê êrîşên artêşa Tirk de jî ev agahî da:
“Di 2’ê Hezîranê de li herêma Licê ya Amedê artêşa Tirk operasyoneke berfireh da destpêkirin. Di encama êrîş û operasyona artêşa Tirk de, di 2’ê Hezîranê de komek hevalên me û dijmin ketine nav şerekî giran. Di şerên 2 û 3’ê Hezîranê de hevrêyên me bi fedaî li ber xwe dan. Di van şeran de 3 hevrêyên me şehîd bûn. Nasnameya hevrêyên me Zîn Amed û Mahsum Herekol eşkere bû. Dema ku agahiyên berfireh ên nasnameya hevrêyê me yê din ê şehîd jî zelal bibe, em ê nasnameyê eşkere bikin.
Em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd û tevahî gelê Kurdistanê re dixwazin. Hevrêyên me heta nefesa xwe ya dawî li dijî artêşa Tirk a qirker a dagirker bi lehengî û ruhekî fedaî şer kirin. Di şexsê hevrê Zîn û Mahsûm de em ê hîn xurtir têbikoşin, em ê zêdetir bi ser bikevin û em ê teqez armanca xwe ya Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad pêk bînin.
Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:
Nasnav: Zîn Amed
Nav û paşnav: Dîlan Gokalp
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dê û bav: Naciye – Genco
Dîrok û cihê şehadetê: 3’ê Hezîrana 2023’an / Amed
Nasnav: Mahsûm Herekol
Nav û paşnav: Vedat Ayhan
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Navê dê û bav: Remziye – Ahmet
Dîrok û cihê şehadetê: 3’ê Hezîrana 2023’an / Amed
ÊRÎŞÊN DAGIRKER DIDOMIN
Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
- Dagirkerên ku di 8’ê Hezîranê saet 12:25’an de li Girê FM ketin tevgerê, bi mudaxeleya hêzên me hatin rawestandin
Herêma Xakurkê
- Di 8’ê Hezîranê saet 12.00’an de dema ku dagirker li Girê Şehîd Mûnzûr ketin tevgerê, hêzên me li dagirkeran dan. Bi vê mudaxeleyê re liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin û 2 dagirker hatin cezakirin.
Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi bombeyên qedexekirî kiriye;
- Çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM a herêma rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl di 7’ê Hezîranê de 8 caran, di 9’ê Hezîranê de 5 caran, bi giştî 13 caran çeperên me bi bombeyên qedexekirî hatine bombekirin.
Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirke kiriye;
- Di 8’ê Hezîranê de Girê Bîstûsisêyan, Gundê Sinê û Zînêwertê yên Qendîlê 3 caran; di 8’ê Hezîranê de herêmên Girê Çarçel û Gundê Şêlazê yên Metîna 2 caran; di 8 û 9’ê Hezîranê de herêmên Kanî Sarkê, Gundê Sêdarê, Gundê Dereşê, Gundê Bilindbazê, Gundê Baxêrê, Deriyê Hirçê yên Garê 9 caran; di 7 û 9’ê Hezîranê de herêma Şehîd Delîl a Rojava Zapê 28 caran, 14 caran Girê Cûdî, Girê Bahar, Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi balafirên şer hatine bombekirin.
- Di 8’ê Hezîranê de Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî ya Metîna 4 caran bi helîkopteran hatiye bombekirin.
- Di 7, 8 û 9’ê Hezîranê de Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya Zapê, Qadên Berxwedanê yên Girê Amêdiyê, Girê FM û Girê Cûdî yên herêma rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Piling a Metînayê 226 caran bi obus û tankan hatine bombekirin.
- Artêşa Tirk a dagirker di 8 û 9’ê Hezîranê de êrîşî çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Sîda ya Zapê, di 7, 8 û 9’ê Hezîranê jî êrîşî çeperên me yên Qada Berxwedanê ya Girê FM yên herêma rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl kiriye û hewl daye van çeperan bi kepçe û dozeran hilweşîne.