ŞENGAL – Di çarçoveya kampanyaya ‘Xwe ji fermana biparêze’ de Yeketiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yeketiya Ciwanên Êzîdxanê civînek li dar xistin. Di civînê de bi dehan ciwanên Şengalê beşdar bûn û li ser giringiya parastina cewherî û xweparastina ji fermanan, nîqaş pêş ketin. Civaka Êzidî ku di dîrokê de her bi fermanan re rû bi rû maye, niha di nava lêgerînekê de ye ku rê li ber van fermanan bigirin. Piştî ku li Şengalê pergala Neteweya Demokart pêş ket, civaka Êzidî jî êdî giha wê baweriyê ku ewê li ser vê sîstemê xwe ji fermanan biparêzin û rêxşstina xwe çêbikin.
Duh di çaroveya kampanyaya ‘Xwe ji fermana biparêze’ de, ji aliyê Yeketiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yeketiya Ciwanên Êzîdxanê ve li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan civînek berfireh hate lidarxistin. Di cîvînê de bi dehan ciwanên Êzidî beşdar bûn. Civînê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên tekoşîna azadiyê despê kir. Piştre li ser giringiya xwe parastin, şerê gelê şoreşgerî û xwedî derketina li bîr û baweriyên civakê, Berdevka Yeketiya Ciwanên Êzidxanê Sara Botan axivî.
Sara di serî de da diyakirin ku bi keda gelek şehîd û pêşengan ew gehane vê astê û wiha dom kir: “Me gelek bedel dan ta em ji nava kêliyên fermana 3’ê Tebaxê rizgar bûn. Lê niha jî hewildanên qirkirina me berdewam dikin. Ji bo em rê li ber fermana bigrin lazime em wek gel bi îradeyek hîn xurtir tevbigerin û li benda kesî nemînin ku me biparêzin.”
Botan di berdewamiya axaftina xwe de got: “Xweparastina ji fermana di serî de erka li ser milê ciwanan ne, ji ber wê jî me pêwîst dît ku em jinên ciwan tevî ciwanên xwe li hev kom bikin û li ser girngiya xwe parastina ji fermana nîqaş bikin, di dîrokê de yek ji civakên ku herî zêde li ber xwedaye û xwedî çandeke berxwedaniyê ye, civaka me ya Êzidiye. Di hemû fermanên hatin ser me de, berxwedanî pêş ketiye û me gelek bedel dane heye me ola xwe parastiye. Niha em di serdemekê de ne tenê xwe parastin têrê nake. Lazime em bi temamî rê li ber fermanan bigrin.”
Sara Botan got: “Lazime em ne tenê hêza parastinê bibînin, tenê hêza çekê bi têra me nake, dema gelê me li kêleka hêzên xwe yên parastinê bi îradeyek mezin û her dem ji bo li dijî dijmin bisekine amade be, wê demê em dikarin bêjin me xwe ji fermana parastiye. Beriya niha me ev yek dîtiye çawa Iraq bi ser me de hat û xwest îradeya vî gelî teslîm bigire. Lê ya bi ser ket îradeya vî gelî bû, ji ber ku em xwedî rêxistinin, lê ev rêxistin buyîn lazime hîn xurtir bibe.”
Civîn bi nirxandinên ciwanan ên li ser mijarê re bi dawî bû.