ŞEHBA – Bi hezaran koçberên Efrînê û niştecihên katnona Şehbayê ji bo şermezarkirina bêdengiya Rûsyayê ya li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li djiî xelkê herêmê, li xaçrêya gundê Wehşiyê yê girêdayî navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê kom bûn û dest bi meşê kir. Malbatên şehîdan, endamên saziyan, yekitiyên sivîl û nûnerên partiyên siyasî jî tevlî çalakiyê bûn.
Çalakvanan pankartên bi nivîsên “Peymana Edenayê binpêkirina serweriya dewleta Sûriyeyê ye”, “Na ji lihevkirinên Rûsya û Tirkiyeyê ya li ser hesabê xwîna Sûriyeyiyan”, “Bêdengiya dewleta Rûsyayê li hember qetilkirina me şerm e”, “Tirkiye me dikuje û Sûriye me dorpêç dike”, “Na ji dagirkeriya Tirk re” hildan. Şêniyên ku ber bi Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê ya li gundê Wehşiyê ve meşiyan, bênavber diruşmeyên li dijî bêdengiya Rûsyayê û hevkariya wê di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de, berz kirin.
Dema ku girseya gel gihişt ber Navenda Lihevanîna ya Rûsyayê, şandeyek ji Hevseroka Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Melek Hisên, cîgirê meclisê Cemal Reşîd, hevserokê Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk ya meclisê Mistefa Şan çû navendê û nameyek radestî rêveberiya navendê kir. Di nameyê de hat gotin ku Rûsya bi bêdengiya xwe rê dide dewleta Tirk a dagirker ku êrîş û komkujiyan li djiî xelkê herêmê bike û ev helwesta wê hat şermezarkirin.
Her wiha hat destnîşankirin ku senaryoyên bi vî rengî li dijî şêniyên Efrînê dubare dibin û hat gotin: “Rûsyayê soza ku ji bo parastina herêmê ji hedefgirtin û êrîşan dabû, bi cih neanî. Ji ber vê yekê, bi dehan welatî di êrîşan de şehîd bûn, xaka me hate dagirkirin û demografiya herêmê tê guhartin.”
Siyaseta Rûsyayê ya li dijî xelkê herêmê hat rexnekirin û hate gotin ku ev siyaset berdewam bikin, ew ê tedbîrên guncaw bigirin.
Piştî ku şandeyê hevdîtin bi rêveberiya navenda Rûsî re kir, endamê şandeyê Cemal Reşîd axivî û anî ziman ku rayedarên Rûs gotine ku ew ê nameya xelkê Efrînê ji fermandariya baregeha Himêmîmê re bişînin. Xwepêşandan bi dirûşmeyên silavkirina berxwedan û fedekariyên şehîdan û şermezarkirina hevkariya Rûsyayê bi dewleta Tirk a dagirker re, bi dawî bû.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku duh balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker li herêma Ehdas a gundewarên Helebê li erebeyekê dabû. Li gorî daxuyaniya YPG’ê, di êrîşê de 3 şervanên YPG′ê şehîd bûne, 2 jî birîndar bûne. Tê destnîşankirin ku ev cara yekemîn e êrîşeke bi vî rengî li cihekî tenê 15 km dûrî navenda bajarê Helebê ye û 38 km dûrî sînorên Tirkiyeyê ye, tê kirin.