HESEKÊ – Yekîtiya jinên ciwan li Hesekê di çarçoveya kampanya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” hefteyek perwerdeya bikaranîna çekan organîze kirin. Di perwerdeyê de jihevxistin, komkirin û gulê avêtina çekan bûn. Jinên ciwan xwe amade dikin da ku li kêleka hêzên leşkerî parastina axa xwe bikin û li hember dagirkeriya Tirk bisekinin. Piştî êrişên domdar ên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinên ciwanan bi însiyatîfa xwe perwerdeyên bikaranîna çek kirin. Bi taybetî di vê qonaxê de perwerdeya çekan di çarçoveya kampanya nû “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” de tê organîzekirin, ji ber ku kampanya xurtkirina xweparastinê ê jinên ciwan kiriye armanca xwe.