NAVENDA NUÇEYAN – Milîsên Erdem Aşkan ên HBDH’ê bi daxuyaniyekê ragihandin ku li Sêrtê wesayiteke bi tîpa Ranger a polîsan li Sêrtê şewitandin û îmha kirin.
Hate ragihandin ku çalakiya sabotajê şeva 9’ê Hezîranê hatiye lidarxistin û hate gotin, “Li taxa Kûrtalan Kultur, li pişt AVM Aymar, wesayita Ranger a bi plaqeya ’56 AD 597′ ji aliyê milîsên me ve hate şewitandin û bi temamî hate îmhakirin.”
Di daxuyaniyê de hate gotin, çalakî ji bo hilanîna tola Erdem Aşkan ê 5 salî hatiye lidarxistin û hate destnîşankirin ku ji Berkîn Elvan heta Erdem Aşkan wê hesabê hemû zarokên hatine qetilkirin bipirsin.