REQA- Tûrnûvaya Setrancê ku ji aliyê Yekîtîya Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve li Reqayê destpêkirî bû bi dawî bû.
Yekîtîya Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê werzişvanên beşdarî Tûrnûvaya Setrencê dibin xelat kirin.
Bi dehan werzîşvan li ser asta bakur û Rohilatê sûrîyê beşdarî tûnuvayê bûn.
Ciwanên ku beşdarî turnuvayê bûbûn nêrînê xwe ji ajansa mere hanîn ser ziman.
Navêmin Felek ehmed hec mihemed de ez ji Qamişloyê me ev lehengîya hane di bin Slogana ‘’ Cenga Azadîyê Serbixin ‘’ hat lidarxistin. ez beşdarî gelek turnuvan bume û ez tê de Serkeftime. Ev cara yeke me ez têm Raqa yekemin di asta Bakur û Rojhilatê Sûrîyê di pêşbirka Setrencê de derketim. Û serkeftinê ji bo hemû Hevalan dixwazim.
Navê min İbrahîm Şekir ji Serêkanîyê me ez ji herêma Cizîrê hatime. Bi Slogana ‘’ Cenga Azadîyê Serbixin ‘’ hate lidarxistin. Bi rastî em pir kêfxweşin bi Çêkirina va turnuvayan. Asta turnuva pir germe em salê heta salê carekê dicivin ez bi hêvîme ev lîstik bi demê pêşre bi serkefê û lîstokvanên me jî serkevin. Xwesteka me ye ku çalakîyên wekî van lîstokan bêtir çêbibin. Ji berk u lîstokên wekî vana mêjîyê mîrovan vedikê mîrovan pêşdixînê ji bo demê pêşte em bêtir Serkeftîbin.
Navê min Sîdar hec mihemed ez ji Qamişlo me ev pêşbirka Setrencê di bin slogana ’’ Cenga Azadîyê Serbixin ‘’ de hatîye lidaxistin. Em wekî ji tîmên Cizîrê Jin û xwert tevlî vêTurnuvayê bûn di bajarê Qamişlo de jî turnuva çêdibûn lê bes di hundirê Qamişlo de bû ez tevlî 3 turnuvayan bûme 3 jê min asta yekem girtî ye. Ez naha dikarim bejim cara yekeme ez tevlî Turnuvayekî wîsa dibim. Xwesteka meye ku lîstokê setrence bêtir bê pêşxistin.
Navê min Semîr ebdallah fadî ez ji tabqa hatime tevlî turnuvaya setrencê bibim. Û min lîst astê 2’mîn min girt.
Yekîtîya Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro lîstokvanên beşdarî Şampiyoniya Setrencê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku 3 roj li pey hev dom kir, xelat kirin.