KOBANÊ – Bi hezaran şênî û saziyên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê ji bo veşartina cenazeyê Şehîd Abû Satûr (Nîhad Hiso) û Abdullah (Abdullah Îbrahîm) ên ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Minbicê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Dîcle ya li bajarê Kobanê kom bûn. Di heman merasîmê de şehîd Mazlûm Gelhat (Îbrahîm Şêx Hindî) yê di sala 2016’an de li Girê Spî şehîd bibû û gerîlayê HPG’ê Canşêr Adar (Basil Ehmed) yê di şerê li dijî dagirkeriya Tirk de li Herêma Avaşînê şehîd bibû ku hatibûn ragihandin hatin bibîr anîn.
Piştî deqeyek rêzgirtinê Endamê Kar û Barê Civakî Mihemed Receb axivî û destnîşan kir ku ew ê li ser xakên pîroz li dijî dagirkerî û xeta îxanetê li ber xwe bidin û got, “Şehîdên me bi xwîna xwe çîrokên lehengiyê nivîsandin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê îro jî dest bi êrîşan kir û di encamê de zarokên me şehîd bûn.Li warê şehîdan em carek din soz didin ku em ê heta dawiyê li ser rêya şehîdên xwe têbikoşin.”
Endamê Meclîsa Leşkerî a Minbicê Mihemed Elî jî diyar kir ku, li pey her şehîdek bi sedan şervan tevlî têkoşînê dibin û got, “Îro me du leheng, du kûlîlk li gûlîstana Dîcleyê çandin. Li dijî dagirkerî û êrîşan dê berxwedana Kobanê û şervanên wê bi biryardariyek mezin berdewam bike.”
Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Macîde Hasûn jî got, “Armanca desthilatdariya Tirkiyeyê qirkirina gelê herêmê ye. Lê belê divê faşîzma Tirk vê yekê baş zanibe, vaye projeya Neteweya Demokratîk, ji tevahî cîhanê re bûye modelek nûjen.”
Şoreş Kobanê yê di merasîma veşartin û bîranînê de axivî di serî de ji tevahiya gelê Kurd û gelê herêmê re sersaxî xwest û bal kişand ser hevgirtina gel. Kobanê anî ziman ku divê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yekîtiya xwe xurtir bikin û got teqez rêya serkeftinê bi hevgirtinê pêk tê.
Piştî axaftinan wesîqa şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Paşê şehîd Abdullah li gundê wî Qobê hate veşartin.
Merasîma veşartinê bi tilîliyê dayikan û dirûşmeyên berxwedanê bi dawî bû