Hesekê-Îro li Hesekê Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûrî û Yekîtîya Jinên Ciwan meşek lidarxistin. Meş di çarçovaya Hemleya ‘’ Cenga Azadîyê Serbixin ‘’ de hat lidarxistin.
Meş bi dehan Ciwan û Jînên Ciwan û Şênîyên Hesekê beşdar bûn. Di meşê de Alê Rêber Apo, alê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Alê Yekîtîya Jinên Ciwan û pankartên ku li ser hatibû nîvîsandin ‘’ Bi vîna Ciwanên Şoreşger emê Heremên Dagirkirî Rizgar bikin. ‘’ û ‘’ Li dijî îxanetê em Rûmetê xwe biparêzin ‘’ hatibû hildan. Di meşê de Sloganê ‘’ Bijî Berxwedana Rojava ‘’ ‘’ Faşist Erdoğan ‘’ û ‘’ Bimre îxanet ‘’ hatin Bangkirin.
Meş ji pêşiya çerxerêya Hemamê ya taxa Miftî dest pê kir û li çerxerêya şehîd Serhed a heman taxê rawestiya û veguherî mitingê.
Miting piştî yek deqe Rêzgirtin Ji bo perewanên Azadîyê destpêkir. Di mitîngê de bal hat kişandin ku ger Dewleta Tirk ê faşist çiqasa êrîşên xwe dijwartir û zêdetir bikin emê ji ewqasa Berxwedana xwe û Tekoşîna xwe betir û bi hêztir bikin. Û li ser Tecrîda Girankirî ê li ser Rêber Apo şermezar kirin û gotin Bi Tecrîdê tu kes nikarê navberîme û Rêber Apo qut bikin. Em bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe perwerde dikin û bi rihê Apo yî emê ” Cenga Azadîyê Serbixînin ”.
Di mitîngêde li ser navê Ciwana Hisên Ebar axivî û wisa got: “Em êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar dikin û soz didin ku rêya şehîdan bişopînin.”
Û li ser navê Jinên Ciwan Sara Hesen axivî û wisa got: “Dewleta Tirk a dagirker li ber çavê tevahiya cîhanê zarok, jin û sivîlan hedef digire.”
Sara Hesen bang li civata navneteweyî kir ku ji bêdengiya xwe ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derkeve.
Mitîng bi sloganên ‘’ Bê Serok Jîyan Nabê ‘’ bi dawî bû.