NAVENDA NUÇEYAN – Di daxuyaniya HBDH’ê de hate ragihandin ku Ahmet Demîrcî yê li Girtîgeha Tîpa T a Şakranê gardiyaniyê dike, bi tundî nêzî girtiyan û xelkê li derdorê bûye, heqaret kiriye û hate gotin, “Di 13’ê Hezîranê de milîsên me yên li Îzmîrê di şexsê vî faşîst de ji bo hişyariyê bidin zebaniyên zindanan ên êşkencekar, çalakiya sabotajê kirin û mala Demîrcî şewitandin. Milîsên me çalakî diyarî Huseyîn Arasan kirin û bi rengekî serketî ji qadê çûn.”
Di daxuyaniya HBDH’ê de hate gotin, “Em ê nehêlin ku êşkencekar, dijminê gel bi hêsanî tevbigerin. Yên ku li hemberî şoreşgeran û gelên me sûc dikin, teqez wê hesabê vê yekê bidin.”