HESEKÊ– Desteya Ciwanan û Werzîşê li Hesekê bi amedebûyîna Endamên Rêxistinên Ciwanan, ev Komxebat li darxistin. Di Komxebatê de bi ber firehî li ser Belavkirina Madeyên Hişbir û rêyên Çareserîyê nîqaş hatin kirin.
Di dawîya Komxebatê de encamnameya Giştî hat xwendin.
Enerjiya ciwanan ber bi cihê ku xizmet civakê û wî û herêmê dike de birêve birin. Eşkere kirina kes û cihê ku madeyên hişbir dişînin herêmên me ji çeteyê rêjîma bas û çeteyên dewleta tirk. Ji aliyê ragihandinê de zane kirina gel di derbarê armancên belav kirina hişbir û metirsiyên wê li herêmên me. Destek dayîna projeyên zanekirinê û werzîşê û hemû projeyên dikevin xizmet ciwanan de ku ji madeyên hişbir dûr bikevin. Bi tensîqa bi komîteya perwerdê re derbarê metirsiya madeyên hişbir ders li dibistanan dayîn