QAMIŞLO – Dewleta Tirk a dagirker di van dema dawî de êrişên xwe yên hovane yên li dijî gelê Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirine û di encamê de gelek kes şehîd bûn û birîndar bûn. Jinên ciwan li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertek nîşanî sûcên dagirkeran didin û xwe li dijî van êrîşan bi rêxistin dikin. Ji ber vê komîteya Jineolijî di çarçoveya kampanya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” îro li du çapxaneyên semîner li dar xist.
Semînera yekem saet 1 nîvro li çapxaneya “Simav” a bajarê Qamislo hat lidarxistin. Semînera duyemîn saet 3 piştî nîvro li çapxaneya “Herdem” hat dayîn. Di semînerê de di destpêkê vîdyoyên kurt ku li ser mijara xweparastinê ye hatin nîşandan. Piştre jî mijara pêwîstiya xweparastinê hate nîqaşkirin; çima pêwîst em xwe biparêzen û ji derve li hêviya alîkariyê nemînen. Her wiha hate nîqaşkirin ku çawa jinên ciwan di dema şer de ji bo şoreşa rojava dikare cih bigre.