QAMİŞLO-Desteya Ciwanên Werzîşê ya herêma Cizîrê li ser metirsî û ziyanên madeyên hişbir di bin sernavê “Tirk dilxweşiya derewîn e û paşerojeke reş e” Komxebatek hişyariyê lidarxist.
Di Komxebatê de bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê, Yekîtiya Jinên Ciwan, Meclisa Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û endamên Desteya Ciwanên Werzîşê li herêma Cizîrê ya Kantona Qamişlo amade bûn. Komxebat piştî Yek deqe Rêzgitin li ser Pekrewanên Azadîyê destpêkir. Komxebat li ser mijarê Madeyên Hêşbir hat nîqaşkirin çawa Ciwan di kefîn bin bandorîya Şerê taybet û çawa rizgarkirina Ciwanan ji Bandorîya Şerê taybet hat nîqaş kirin. Piştre li ser zerarên madeyên hêşbir li ser ciwana û çawa ev madeyên hêşbir di Bakur û Rojhilatê sûrî de belav dibê hat nîqaş kirin.
Ciwanên beşdarî Komxebatê bûne ji Ragihandina mere axivî û taybet bal kişandin ser mijar ‘’ belavbûyîna madeyên hişbir û Ciwan çawa xwe jê biparêzin ‘’ hat nîqaşkirin.
li ser navê Ciwana Rînda Qamişlo axivî û wisa got: em tevlî vê Komxebatê bûne ji bo madeyên hişbir gelekî li ser gel bandor dike. Û pêwîste Malbat jî Civak jî li derdora xwe ji van madeyên hişbir Ciwan bandor bûne biparêzin.
li ser navê Ciwana Enes Qamişlo Axivî û wîsa got: îro em hatine vê Semînerê ji bo em xwe Perwerde bikin û xwe çawa ji madeyên hişbir biparêzin me nîqaşekê berfireh kir. Ev madeyên hişbir pir li ser Ciwana bandor dike ji bo çawa emê ciwan ji bandora Madeyên hişbir biparêzin me nîqaş kir. ev madeyên hişbir ji milê dewletên dagirker ve tê karkirin ji bo li pêşîya Ciwana pêşerojek reş bê li ser Ciwana kartînin û dawîyê jî ez dikarim bibêjim Ciwan bila xwe ji derdora xwe biparêzin û nekefin bin bandorîya Şerê Taybet.
Komxebat Bi sloganên ‘’ Bê Serok Jîyan Nabê ‘’ bi dawî bû.