QAMIŞLO – Jinên ciwan ên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Qamişlo ji bo balê bikşînin ser êrişên di van dema dawî îro semînerek li dar xist. Semîner saet 6 li navendê ciwanan a bajarê Qamişlo bi deqeyek rêzgirtina ji bo hemû şehîdên şoreşê destpê kir. Semîner di çarçoveya kampanya ‘Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî’ bi zimanê erebî hate birêvebirin. Semînar ji aliyê endamê Jinên ciwan ên PYD ve hate dayîn. Armanca semînera ew e ku jinên ciwan ji êrîşên dewleta Tirk a faşîst hişyar bibin û pêwîstiya xweparastinê hate nîqaşkirin. Di dawiyê de jî kurtefîlmek li ser xweparastinê hat nîşandan.
Semîner paşê bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî!” bi dawî bû.