ŞENGAL – Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê di çarçoveya pêngava ‘Jin Jiyan Azadî Ser Bixe Azadî’ de li gundê Solax ê Şengalê kampa jînelojî vekirin. Kampa ku ji bo perwerdeya jinên ciwan hatiye vekirin wê sê rojan dewam bike û bi giştî 12 jinên ciwan beşdar bûne. Ev dibe cara yekemîn ku kampa Jînelojî li Şengalê ji bo jinên ciwan ên Êzidî tê vekirin.
Kamp li ser jina ciwan a bi navê Nazê Nayîf ya dema êrîşa çeteyên binavê Pêşmergeyên Roj de liser Xanesorê li 14’ê Adara 2017’an Şehîd ketibû hate vekirin