HESEKÊ – Îro Yekitiya Jinên Ciwan li Hesekê semînerek ji bo fêrbûna bikaranîna çekan li dar xistin. Semîner îro nîvro li gundê navçeya red şeqira ê bajarê Hesekê pêk hat. Di çarçoveya kampanya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” de jinên ciwan ên Hesekê semînerek li dar xistin da ku jinên ciwan xwe li hemberî êrîşan biparêzin. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker di van dema dawî de êrişên xwe yên hovane yên li dijî gelê Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirine. Her wiha hate nîqaşkirin ku jinên ciwan çawa dikarin rola xwe di nava Şerê Gelê Şoreşgerî de bilîzin.