HESEKÊ – Îro li bajarê Hesekê 120 delegeyên ji rêxistinên cuda yên ciwanandi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan kom bûn û beşdarî Komxebata derbaskirina zayendparestina civakî bûn. Endamên MSD’ê yên Ciwanan, Ciwanan PYD’ê, Ciwanan Pêşerojê, Ciwanan TEV-DEM û Ciwanên Şoreşger beşdarî civînê bûn. Mêvanên Kongra-Star û TEV-DEMê jî beşdar bûn.
Di destpêka komxebatê de jinên ciwan behsa girîngiya vê Komxebat kirin. Piştre ji TEV-DEM’ê Heval Rûken Ehmed axivî û girîngiya pêşxistina mekanîzma û pêkhateyên şoreşgerî yên ku zîhniyeta civakê biguherîne, ji bo jiyanek azad û adil di navbera jin û mêr de, dûrî zîhniyeta baviksalarî pêk were, nirxand. sîstema modernîteya kapîtalîst. Piştre li ser mijarê sinevîzyonek hate pêşkêşkirin.
Di civînê de mijarên ku hatin axaftin ev in:
Taybetiyên Zayendê:
– Zayend xwezayi ye;
– Zayend biyolojîki ye;
– Zayend li gorî cih nayê guhertin, li hemû cihî ayniye;
– Zayend ji dayîkbûyîne ve nayê guhertin.
Zayendperestiya Civakî çiye?
Taybetiyên Zayendparêziya Civakî:
– Zayenda civakî, sosyo-çandî ye
– Zayend civakî, taybetiyên nêr û mêr, modelên tevgerên wan, ristên wan berpirsiyariyên wan û hwd
– Zayend civakî, di nav guhertinê de ye, li gorî dem, çand û ta malbatê tên guherîn
– Zayend civakî, dikare bê guherîn
Ciwanên beşdarî Komxebatê bûne ji ajansa me re axivî:
https://youtu.be/y6EdxJKz30M
Navê min Huşî Şemsiye ji Herama Firatê ji Bajarê Kobanê me. Despekê ji bo komxebata zayendperestî ya ku li bajarê Hesekê hatiye lidarxistin, ji tevahî şehîdên şoreşê li Rêber APO û gerîlayê serê çiya pîroz dikim. Bi rastî pewîstiyê me bi komxebatekî bi vî rengî heye. Weke hûn dizanin berê jin di çi astêde bu. Di civaka xwezayî de weke xwedawenda bu. Her tişt destê jinê de bu, her tişt bi destê jinê dihat çêkirin dihat afirandin, dihat belavkirin. Tabî ev çandekî demokratîk, çandekî wekhev bu, hevsengî hebu. Desthilatdarî di nav de tine bu. Lê dema ku çanda zigguratan pêşket, pewîstiya wan bi xistina jinê hebû. Ji ber ku kesên ku dixwastin desthilatdarî bimeşînin, çanda demokratik çanda jinê li djî wê çandê bu. Ev jî weke dijmin li hemberî wan sekînî. Her tim jin tepisandin, jin bindest kirin gihîştin astekî ku bi navê olê jin bixin û hîştin ku zayendperestî bi awayekî xurt pêşbikeve.
Ev jî weke desthilatdarî di mejiya jinê de pêşxistin. Xwestin desthilatdarî di jinê de bi rêya pêş bixin. Dema ku zarok nû çêdibe bi fikrê desthilatdarî, zayendperestî di mejiya zarokan de diçînin. Dema zarok xort be evqas qiymet tê dayîn lê dema keç be tu qiymeta wî tine bu. Waxtê ku hinek mezin dibun her tim bêdeng dikirin. Digotin “birayê te ye li te xistiye tiştek nabe.” Her tim hiştin ku em bêjin weke xort desthilatdariya xwe li ser jinê bimeşîne. Di demê zarokatiya wan de di serî wan de mezin kirin.
Kapîtalîzm jî wê derê de rolekî pir mezin leyîst. Her tim sîlah didan destê xort û digotin tu desthilatdariyî. Zilam jî ne ferqêdeye koleye. Raste jin hatiye kole kirin lê ew jî heman demê de kolatiyê ji dewletê re dike. Desthilatdarî li se vî esasî hate çêkirin ku jin koletî ji zilam re bike her wiha zilam jî koletiyê ji dewletê re bike.
Piştî şoreşa 19’ê Tirmehê het rojame ya îro hinekî pêşketin çêbuye. Ne astekî tam pêşketine lê hinekî pêşketin çêbuye. Dikarim bibêjim fikir û felsefeya Rêber Apo wekî ku jin û ciwan kir esas ku ev kesên di nav civakê de mafên wan winda ye. Di vî şoreşê de lingek kir ciwan lingek jî kir jin. Lê vêderê de weke dewleta tirk lê ne tenê dewleta tirk, tevahî dewletên cîhanê ji ber desthilatdarin ew fikra li dijî fikrê wan derdikeve, li dijî berjewendiyên wan ê şexsî derdikeve hîştin ku ev peşbikeve.
Ev jî bi sanal medya, bi suretê jinan bi avayekî bê exlaqî derdixistin, belav dikirin. Hiştin ku ciwanên me ji civaka xwe dûr bikeve, ji çanda xwe dûr bikeve hîn bêhtir bi sanal medya re harin girêdan. Ev hêz di wan de bidin vemirandin. Her wiha dewlete Tirk ya hovane her kesayetek ku weke jin pêşengtî dike, quwetê ku zayendperestî bişkîne hedef digire, dikuje. Em weke ciwanên Rojava, em weke ciwanên Kobanê tevahî jinên ciwan em liser fikir û felsefeya Rêber Apo dimeşin. Vê zayendperestiyê ku îro di nav me de hatiye çandin em ji nav xwe de rakin. Hîn bêhtir, birê perwerdeyan bi rêya komxebatan, bi rêya çalakiyan xwe bidin naskirin. Hêza jinê ku di me de avabuye em bibêjin jinên ku di malanda nikarin tiştek bikin li ser fikrê Rêber Apo bûn arteş, bûn esker hemberî dijmin şer kirin. Xwe bi her avayî dan naskirin. Em hîn bêhtir ser vê tiştê bimeşin. Komxebatê ku îro hatiye meşandin de pir tişt hatin diyar kirin.
Heman demê de ciwanê bi navê Diyar ji bajarê Kobanê ye ajansê me re axivî û wiha got;
Navê min Diyar e. Ez ji bajarê Kobanê me. Îro ji bo zayendperestî komxebatekî me hebu. Komxebat ser giştî heremê Rojava çêbu. Ji ber vî giştî ciwan tevlê wê komxebatê bû. Tiştên nû hatin peşniyar kirin. Em dibêjin jin jiyan e. Dema zext li ser jinê tê kirin bi rastî zext li ser jiyanê tê kirin. Raste şoreşek heye, nêzi 12 sale şoreş tê kirin, têkoşîneke mezin tê kirin. Lê ev tenê ne têrker e. Milê hişmendiyê de pewîste guhertinek mezin di hundirê Rojava de û giştî Kurdistanê de were avakirin. Ji ber vî me vî komxebatê çêkiriye ku em karîbin demên pêş de hişmendiya civakê xwe, hişmendiya civakê bi giştî biguherin. Kemasi ya me ne. Em mêze bikin her dem jinekî xwe intihar dike. Ji ber vî em dixwazin hişmendiyekî nu, baş hişmendiyekî nu ku herkes rastiya xwe nasbike dixwazin wê ava bikin di hundirê civakê de.
Dema em dixwazin hişmendiyekî biguherin me şoreşek avakiriye, nêzî 13 hezar şehit hatiye dayin. Ev jî em dixwazin guhertinekî çêbikin. Weke pergala desthilatdariyê zilam her zordarî li ser jinê dike em dixwazin di vê mijarê de guhertinekî çêbikin. Em jî weke zilam edî xwe nas bikin û vegerin rastiya xwe ku jin jiyanekî xweş bikaribe ji xwe biafrîne. Ji ber vî em dixwazin destpekî di xwe de guhertin bikin. Em zilamtî destpekî di xwede bikujin ku em bikarîbin fikra nû, hişmendiya nû qebul bikin.