NAVENDA NÛÇEYAN – Şehîd ew behra avê ye ku her kesî bi zelaliya xwe ronî dike,bi ava xwe tîbûna gelê azadiyê av dide. Şehadet ew nirxê gelan ê herî pîroz e ,ji ber vê yekê jî nayê jibîrkirin,tê belavkirin. Şehîd namirin, ji ber ku ew mirovên digêhêjin asta şehadetê, jiyana xwe ji bo rizgariya gelan û mirovahiyê Feda kirine. Şehîd ew kesên Herî zana,fedekar û qehreman in. Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jî berxwedana ciwanan asta fedekarî û qehremaniya herî bilind derxist pêş, bi sedan ciwanên ji Rojava , di heman demê de ji her çar perçeyên Kurdistanê ji bo rizgarkirina Rojavayê Kurdistanê di vê riyê de dimeşin û canê xwe feda dikin.
Yek ji wan lehengan jî Şehîd Serhed Qamişlo ye bi nasnav Gûven Hekîm,şehîd Serhed di sala 1983’yan de li Muşê ji dayîk dibe, weke her zarokekî serhildanê bi hêrsa mezin têra xwe û gelê xwe yê bindest û jar kevir li polîs û panzêrên dagirkeriya tirk barandin,dilê wî têr nebû dema ku bû ciwanek ji ciwanên Kurdistanê vê carê ew agirê ku faşîzmê pê gelê Dêrsimê yê bê guneh di şikeftan de tev biçûk û mezinan şewitandin ,zîvirand molotofan û di kolanên bakurê Kurdistanê de bi rihê intîqamê û bi sirûda ; “îro çerxa şoreşê fireh digerîne” li dagirkeran da,lê piştî demekê vê yekê jî dilê şehîd Serhed ê ku mîna vulkanekê ji hêrs û kîna xwe ya li ser dijmin dikeliya têr nedikir,lewra Serhedê qehreman berê xwe dide nava refên gerîlayên azadiyê, ew dibîne lêdana li dijminan ji serê çiyayên Kurdistanê yên bilind ve û bi fîşeka Egîdan a 15 ‘ê tebaxê ancax dilê xwe û yê gelê xwe li dijminê bav û kalan rihet bike û welatê pîroz Kurdistanê rizgar bike,êdî Serhed gerîlayekî azadiyê ye,li vê derê di heman tabûrê de hevaltiya Serhed û şehîd Lewend destpê dike,van herdu qehremanan bi rihê hevaltiya apoyî hevaltiya xwe ava kirin, dema ku di sala 2011’an de dîtin bayê şoreşa azadiyê li deştên Rojava dixîne, dema ku dîtin di asoyan de metirsiya komkujiyan jî xwe li ba dike , mîna bazên çiyayên Kurdistanê xwe ji çiyayê Garê berdan Qamişloka Cîgerxwîn û Mihemed Şêxo û cihê xwe di nava Şoreşa Rojava de girtin.Di destekî wî de qilêş, di yê din de jî pirtûka rêbertî û di dilê wî de eşqa azadiyê , eşqa rêbertî û eşqa gel wisa kolan bi kolan li Qamişlo dest bi beza şoreşgeriyê kir, şehîd Serhed bi hevalên xwe Lewend û Seydo re ne tenê xaka Qamişlo ,lê tevahî Cizîrê ji tofana pilanên dagirkeriya tirk, PDK, Îxwan El Muslimîn û El Qaîdê rizgar kirin û bûn kelem li pêş van pilanên qirêj.
Bi hezaran ciwan rêxistin kirin û rakirin serhildanê û bi hêza wan ciwanan hesabên herî xeternak yên dijminan pûç kirin,ji ber wê jî Şehîd Serhed bû pêşengê ciwanan û evîndarê dilê her zarok ,dayîk ,kal ,pîr ,ciwan û malbatekê.
Ne tenê pêşengê ciwanan û civakê ye, ew yek ji damezirînerên qewîm yên YXK’ê ,piştre YPG’ê û YPJ ê ye.
Şehîd Serhed weke gerîlayekî HPG’ê di heman demê de di nav mal û kulanên Qamişlo de ji ciwanên herî welatpaerêz ,cesûr,fedakar,bi exlaq û girêdayî rêber APO û gelê ku wî bi xwe ew rêxistin û perwerde kirine ye ,tîmên şervanên vîn ji pola ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê yê hêja rêxistin û amade dikir û bi vî awayî bi hezaran şervan rêxistin û perwerde kirin,bi vî awayî tevahiya hêzên leşkerî di serî de YPG’ê û YPJ’ê wî ji bo xwe pêşeng dibînin,gel jî ji ber vê yekê xwe deyndarê ked û fedakariya vî lehengê nemir dibîne.
Bi sekna xwe ya milîtanî derdora xwe û bi taybetî jî ciwanan pir bandor dikir,her kesê ku rêheval Serhed nas dikir,an jî carekê pêre Nîqaş kiriye ji ber exlaqê wî yê paqij pêve dihat girêdan. Her maleke ku rêheval Serhed derbasî mala wan bibû,mutleq wê malê ew wekî zarokê xwe dihesiband û deriyê xwe ji bo Serhed Qamişlo vedikirin. Ji ber ku Rêheval Serhed xwedî taybetmediyeke roken û dilnizim bû. Şehîd Serhed ji ber ku di Qamişlo de xebat dikir derbasî hemû malan bibû ,bi zanabûyîna xwe her kes bi rêxistin kiribû. Rêheval Serhed bi her kesî re dibû alîkar, her kesên ku pirsgirêk jiyan dikirin berê xwe didan şehîd Serhed ,şehîd Serhed bi mezinan re mezin bû û bi zarokan re zarok bû,ji ber vê xwe dixist dilê her kesî û dilê hemû gelên ku di qada Qamişlo de jiyan dikin.Zarok û mezinên wan Şehîd Serhed nas dikirin.
Piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê êdî ji Emerîka ta bi dagirkeriya tirk ,NATO û çeteyên wan binkeftina xwe ya li beramberî milîtanên rêber APO û gelê Rojava danequrtandin û dest bi tehdîdan kirin,êdî xwestin bi hêza çekan û bi çeteyan şoreşê di rojên wê yên destpêkê de binax bikin,li Eşrefiyê ,li Qestel Cindo û li Serê Kaniyê , xayînên PDK’yî jî di nav de li her derê dest bi êrîşan kirin,lê belê wer ne hêsan bû destûr bê dayîn, rêya ku apociyan girtiye ti hêz nikare asteng bike, ji ber wê di serî de her du hevrêyên leheng Serhed û Lewend û bi dehan fedayîyên apoyî berê xwe dan paytexta mîtanî Serê Kaniyê, tevî hejmar û îmakanên kêm jî wan Serê Kaniyê kirin goristana bi hezaran çeteyên ku ji her deverên cîhanê hatibûn xwîna gelê Rojava vexwen,destûr ji vê re nehat dayîn ,van qehremanan Serê Kaniyê kirin yekemîn qada ku têde têgeha ku dibêje: “li deştan em nikarin şer bikin û bi ser bikevin “hat perçiqandin û baweriya serkeftina li her deverê ji wir bilin bû.
Bêguman qelenê azadî û şoreşan ,qelenê Kurdistanê û rizgarkirina kurdan ne erzan e,bi hezaran qehreman û pakrewanan dixwaze, û bê guman qehreman ne di nav nivînan de lê belê li meyadanên egîdiyê digihêjin qehremaniyê.
Piştî ku Lewendê Nisêbînê soza xwe ya apoyî bi rêber APO û gelê xwe re bi cih anî ,ji bo tola wî rake şehîd serhed fermanê li serê çeteyên tirkan û xayînan radike û di encamê de ew jî xwe feda dike ,soza hevaltiya ku li çiyayê Garê bi Lewendê hêja re dabû ,bi cih anî.
Rast e ew gihîştin asta şehadetê, lê wan gelek gihand serfirazî û serkeftinê ,wan ne dijminek lê gelek dijmin û xayînên kurd jî di nav de avêtin dojehê,lewra ew bûn sirûda azadiya li ser lêvan.