BEHDINAN – Mustafa Karasû di bernameya taybet a Medya Haberê de axivî û bal kişand ser polîtîkayên tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Karasû, anî ziman ku pergala li Îmraliyê tê meşandin bingeha bêhiqûqî û bêedaletiya li Tirkiyeyê ye û got, “Kî li Tirkiyeyê qala hiqûqê û edaletê dike, divê çavkaniya wê zanibe. Divê dakeve çavkaniya wê. Çavkaniya hemû bêhiqûqî û neheqiyên li Tirkiyeyê pergala li Îmraliyê ye.” Karasû diyar kir ku li Îmraliyê makeqanûna Tirkiyeyê û peymanên navneteweyî tên binpêkirin û got, bêyî ku li dijî tecrîda li Îmraliyê têkoşîn were kirin, heta ev tişt neyê teşxîrkirin, mirov nikare li Tirkiyeyê li dijî bêhiqûqtî û bêedaletiyê têkoşîneke rast û baş bide.
Karasû got “Heke em bibêjin bêhiqûqî, bêedaletî, em di vê rewşê de samîmî bin, divê li dijî tecrîda li Îmraliyê jî helwesta xwe nîşan bidin. Ya rast ev e.”
Nirxandinên Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû wiha ne:
“Tecrîda li ser Rêber Apo ev 25 sal in didome. Carinan sekinî lê bi giranî tecrîd didome. Têkiliya vê tecrîdê rasterast bi polîtîkaya li ser Kurdan heye. Nabe ku mirov van tiştan ji hev veqetîne. Ev polîtîkayeke qirkirinê ye. Ji ber ku li ser Kurdan qirkirin tê kirin, li ser Rêber Apo jî tecrîdeke giran tê kirin. Li ser Rêber Apo jî polîtîkaya qirkirinê tê meşandin. Jixwe Erdogan carekê gotibû ‘Heta ku ez li vir bim, nikare ji wir derkeve.’ Ji vê hêlê ve, dema ku tecrîda li ser Rêber Apo were nirxandin, bêyî ku qirkirina Kurdan were fêmkirin û ji kûr ve ev polîtîkaya qirkirinê neyê fêmkirin, ne mumkun e baş were nirxandin.
Rêber Apo rêberê gelê Kurd e, rêberê têkoşîna 50 salan e. Di dîrokê de pêşengê têkoşîna herî mezin a Kurdan e. Dewleta Tirk jî li ser wî polîtîkaya qirkirinê dimeşîne. Di vî warî de divê tecrîd bi vî rengî were nirxandin. Heke ji polîtîkaya qirkirinê cihê were dîtin wê rast neyê nirxandin. Her Kurd heta ku nebîne tecrîda li ser Rêbertî tê wateya qirkirinê, wê nikare li dijî tecrîdê têkoşîneke xurt bide. Ji ber vê divê her Kurd bibîne ku tecrîda li dijî Rêber Apo tê wateya polîtîkaya qirkirinê û polîtîkaya qirkirina Kurdan, divê wisa fêm bike.
ÇAVKANIYA BÊHIQUQTÎ Û BÊEDALETIYÊ PERGALA ÎMRALIYÊ YE
Aliyê din jixwe tê nîqaşkirin. Li Tirkiyeyê rewşenbîr û nivîskar nîqaş dikin. Siyaseta demokratîk a Kurd her qal dike, saziyên Kurdan her dem qal dike. Îro li Tirkiyeyê jî bêedaletiyeke mezin heye, bêhiqûqtî heye. Her kes qala pergala edaletê dike. Dibêjin hiqûq nemaye, edalet nemaye. Dibêjin qanûn ji aliyê dewletê ve tê birêvebirin, yanî dewlet zextan li ser edalet, sazî û dadgehê dike, ev sazî li gorî daxwaza hikumetê dixebitin.
Ev rast e. Ji ber ku dewleta Tirk a qirker heye. Hikûmetek heye ku vî tiştî pêk tîne. Hikûmeteke wiha helbet wê hiqûqê bin pê bike û qala edaletê neke. Di vî warî de kî li Tirkiyeyê behsa hiqûq û edaletê dike, divê çavkaniya wê zanibe. Divê xwe bigihînin çavkaniyê. Çavkaniya hemû bêhiqûqî û neheqiyên li Tirkiyeyê pergala li Îmraliyê ye. Li Îmraliyê makeqanûna Tirkiyeyê û hemû peymanên navneteweyî tên binpêkirin, hemû bêedaletî ji vir derdikeve. Di vî warî de bêyî ku li dijî tecrîda li Îmraliyê têbikoşin, vê rastiyê derxin holê û îfşa bikin, wê nikaribin li dijî bêhiqûqtî û bêedaletiya li Tirkiyeyê têkoşîneke baş were dayîn. Divê her kes wisa bibîne. Wê him bêedaletiya li Tirkiyeyê bidomîne, him qala bêhiqûqtiyê bike û him jî wê danekeve bingeha vî tiştî. Çima ev qas bêhiqûqtî tê kirin? Çima evqas bêedaletiyê dike? Sedema wê qirkirina li ser Kurdan e. Sedema wê polîtîkaya qirkirinê ya li ser Îmraliyê ye. Pergala li wir e. Beriya her tiştî divê ev rastî were zanîn. Ger em bibêjin bêhiqûqî, bêedaletî, ger em samîmî bin, divê li dijî tecrîda li Îmraliyê helwestê nîşan bidin. Divê wisa be. Bêyî vê yekê kes nikare bibêje ez ji bo edaletê têdikoşim, ez ji bo hiqûqê têdikoşim. Kes wê bawer neke, wê bandora wê jî tunebe. Ji ber vê divê ev rastî were dîtin. Çavkaniya bêhiqûqtiya li Tirkiyeyê, çavkaniya bêedaletî, zext û xerabiyan ev e.
PERGALA ÎMRALIYÊ NE BI TENÊ KURDAN HEMÛ HÊZÊN DEMOKRASIYÊ DIKE HEDEF
Çavkaniya van tiştan helbet pirsgirêka Kurd e, çaresernekirina pirsgirêka Kurd e. Bi awayê herî şênber, polîtîkayên dewleta Tirk ên li ser Rêber Apo ye. Siyaseta li ser Rêber Apo tê meşandin li hemberî hemû Kurdan, têkoşîna azadiya gelê Kurd, hêzên demokrasiyê û her kesî ye. Ne bi tenê li dijî Kurdan, li dijî hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê ye. Ew jî di bin zextan de ne, bi her cure neheqiyê re jî rû bi rû ne. Pêwîst e ev rastî were dîtin û li ser vê bingehê divê her kes sedema vê bêhiqûqiya neheq a li Îmraliyê bibîne û li dijî vî tiştî derkeve.
Di qada navneteweyî de kî qala edalet û hiqûqê dike, divê li dijî fermana Îmraliyê derkeve. Wekî din, kes nikare rast û dirust be û wê kes ji wan jî bawer neke. Di vî warî de di têkoşîna li dijî tecrîdê de divê ev rastî derkeve holê, ev rewş were îfşakirin, her kes li hemberî vî tiştî helwestê nîşan bide, her kesên ku edalet, hiqûq dixwazin û alîgirê hiqûqê ne, divê di vê çarçoveyê de tevbigere.
Jixwe li cîhanê xwedî lê tê derketin ev rast e. A rast dinyayê ev fêm kir. Hemû hêzên demokrasiyê, hiqûqnas û demokratên li dinyayê ev tişt fêm kirine. Lê li Tirkiyeyê rastiyek heye. Di bin bandora dewleta Tirk de, di bin êrîşên wan de, di bin êrîşên îdeolojîk de rastî nayê dîtin, rastî nayê gotin. Ev bi qasî ku tê wateya zextên li ser Kurdan bidome, tê wateya ku li Tirkiyeyê zext û bêdaletî jî bidome. Bi vê wesîleyê ez wisa difikirim ku kesên qala bêedaletiyê dikin vê rastiyê bibînin, binirxînin û li gorî wê helwesta xwe nîşan bidin.
HEVAL ZÎLAN SEMBOLA ŞEHÎDÊN ME YÊN HEZÎRANÊ YE
Bi wesîleya salvegera çalakiya wê, ez heval Zîlan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Dîsa hevrêyên me yên hêja yên di meha Hezîranê de şehîd bûne bi bîr tînim. Heval Helmet, Sema Yuce, Leyla Wan, hevrêyên jin ên di van demên dawî de li Rojava şehîd bûne, hevrê Azad ê li Xakurkê, hevrê Asya ya ku hevaleke me ya Tirk bû û ji Ordûyê bû, heval şehîd Diyako û şehîdên Metînayê bi rêzdarî bi bîr tînim.
Di meha Hezîranê de me şehîdên pir girîng dan. Zîlan êdî sembola şehîdên meha Hezîranê ye. Em di şexsê Zîlan de wan bi bîr tînin. Çalakiya hevrê Zîlan çalakiyeke dîrokî bû. Ev jî bersiva êrîşa bombeyî ya 6’ê Gulanê ya li ser Rêber Apo bû. Hesasiyeteke mezin nîşan dide, hestê nîşan dide. Dizane Rêber Apo ji bo vî gelî, vî welatî û jinan tê çi wateyê, ji ber ku dizane tê çi qîmetê bi hêrseke mezin çalakiya xwe pêk tîne. Lê bi disîplîneke mezin, bi îradeyeke mezin, bi biryardariyeke mezin. Dema ku biryara çalakiyê dide û heta ku çalakî pêk tê, dem derbas dibe. Lê ev tişt biryardariya heval Zîlan zêdetir dike. Serkeftinê ji xwe re dike hedef û jixwe çalakiya xwe dike.
Ev xeta çalakiyê di heman demê de ji bo xeta azadiya jinê û têkoşîna azadiya jinê de jî qonaxeke gelekî girîng e. Her wiha helwest û pîvana têkoşîna azadiya jinê û milîtanên jin diyar dike. Rêbertiyê beriya niha jî heval Zîlan wekî manîfestoya azadiya jinê diyar kiribû. Pîvanên ku heval Zîlan daniye pêşiya xwe, wî jî daniye pêşiya hemû hevalên jin û hemû hevalên têkoşîna azadiya jinê. Di vî warî de di têkoşîna mezin a azadiya jinê ya ku îro pêş dikeve û hatiye vê astê de, roleke wê ya mezin heye.
Çalakiya heval Zîlan bi rastî jî ji gelek aliyan vê tê wateya qonaxên nû. Di helwesta li dijî dijmin de, di îrade, biryardarî û bi taybetî wekî hevaleke jin vî tiştî datîne holê, çawa ku bandorê li têkoşîna azadiya jinê dike, di warê milîtanbûn û asta nû ya milîtaniyê de jî gelekî girîng e. Ji ber vî alî divê em her dem wê bi bîr bînin. Ez wê bi rêzdarî û minnet bi bîr tînim.
CESARETA JI BO TÊKOŞÎNEKE WISA FEDAIYEKE MEZIN E
Ez hevalên Zana Rojda û Xebat Kop ên ku di rojên derbasbûyî de şehîd bûne û qeyda dengê wan hatibû belavkirin, bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînim. Axaftina wan bi rastî bandor li me hemûyan kir. Bû wekî peyama ku em hemû tiştî ji nû ve binirxînin û ji ber çavan derbas bikin. Helwesta van her du hevalan lûtkeya têkoşîna 50 salan e. Fedakariya ku di encama têkoşîna 50 salan de derketiye holê ye.
Destpêka vê jî weke her tim ez dibêjim helwesta Rêber Apo ye. Wêrekiya Rêber Apo ye ku dest bi têkoşîneke wisa kiriye. Cesaretkirina têkoşîna wisa, fedaîbûna herî mezin e. Di wan şertan de wisa bû. Rêber Apo dema dest bi têkoşîneke wisa kir, ne wekî têkoşîneke ji rêzê û reformîst, bi rastî jî bi feraseteke ku wê karibe mêtingeriya qirker hilweşîne û li dijî wê serîhilde, dest bi têkoşînê kir. Ew jî xeta PKK’ê ye. PKK bi feraseteke wiha derket holê, milîtanên wê wisa rabûn. Vê helwesta Rêber Apo û xeta PKK’ê awayê wê yê herî girîng û şênber jî bû berxwedaniya 14’ê Tîrmehê. Helwesta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê gelekî girîng bû. Divê ev yek ji aliyê her kesî ve baş bê zanîn. Ev heval dema diçûn şehadetê, moralê wan gelekî li cih bû. Dema şehadet nêz dibû moral û coşa wan jî zêde dibû. Bi aramî û coşa ku peywireke mezin pêk anîn, çavê xwe girtin. PKK’ê ev milîtanbûn derxistiye holê. Li vir em dibêjin ruhê 14’ê Tîrmehê, em dibêjin berxwedana 14’ê Tîrmehê. Gotineke Hayrî (Mehmet Hayri Durmuş) jî heye dibêje ‘Li ser gora min, deyndar binivîsin.’ Kemal Pîr jî digot ‘Bi qasî ku ez ji bo wê bimirim, ji jiyanê hez dikim.’ Ji bo afirandina jiyaneke ku ji bo wê were kuştin, têdikoşiya. Ji bo afirandina jiyanekê, wî jiyana xwe da. Helbet ev bû ruhê milîtanên PKK’ê. Bû xeta têkoşînê, bû pîvana têkoşînê.
ZÎLANÊ QONAXEKE NÛ LI PÎVANA TÊKOŞÎNÊ ZÊDE KIR
Li vir qonaxa Zîlan lê hat zêdekirin. Qonaxa Zîlan aliyekî nû lê zêde kir, ruhekî nû lê zêde kir. Kûrtir kir, berfirehtir kir. Bi vî aayî ruhê 14’ê Tîrmehê bi Zîlan re derbasî qonaxeke nû bû. Wê helwesteke fedaî ya nû derxist holê. Ev şer wisa pêk hat. Di dema komploya li ser Rêber Apo de, di berxwedana ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ de him hevalên me û him jî gelê me jiyana xwe bi fedaî danîn holê, asta fedaîbûnê di nav PKK’ê de berfirehtir kir. Ev gelekî girîng bû.
RÊBER APO JI BO LAYIQÎ FEDAÎYEN BE HELWESTA XWE YA MEZIN DANÎ HOLÊ
Rêber Apo ev têkoşîna di zindanê de, ev helwesta mezin ji bo layiqî fedaiyan û bicihanîna hesreta fedaiyan, danî holê. Ji ber berpirsyariya li hemberî van fedaî û şehadeta evqasî analîz û lêhûrbûn kir û paradîgmaya nû derxist holê. Ji ber ku helwesta Rêber Apo bû parçeyekî mezin ê fedaîbûnê. Par çalakiya heval Rûken û Sara pêk hat. Ew bi fedaî û bêyî ku bitirsin çûn ser dijmin. Wan jiyana xwe danîn holê. Wekî Kemal Pîr ji bo afirandina jiyaneke ku mirov ji bo wê bimire, jiyana xwe danîn holê. Vî tiştî bandoreke xurt li ser têkoşîna me kir.
FEDAÎBÛN BÛYE RASTIYA GEL
Helwesta Xebat Kop û Zana Rojda yên ku di dema dawîn de li Mêrdînê şehîd bûn, tê wateya lûtkeya van tiştan. Ev diyar dike ku ew çawa pêk tê. Di stargehê de dora wan hatiye girtin lê ew meydanê dixwazin. Him meydanê ji dijmin re dixwazin û him jî di asta herî bilind de baweriya xwe ya ji bo serkeftina têkoşîna di xeta Rêber Apo de nîşan didin. Hêviyên xwe yên mezin eşkere dikin. Têkoşîna PKK’ê tê wateya rastiyeke wisa. Lê tenê di şexsê van hevalan de îfadekirina vî tiştî têr nake. Niha rastiya gelekî dibe fedaî heye. Heke gelê Kurd li dijî hemû zext û zordariyan li ber xwe dide, ev encama fedakariya hevalên me, ruhê 14’ê Tîrmehê, ruhê Zîlan, Rûken, Sara, hevalên şehîd bûne, hevalên qeydên wan ên deng derketine holê û bi say bi hezaran hevalên din e. Fedaîbûn bûye rastiya gel û civakî. Bûye çandeke Kurdî. Lehengiya Kurdan ji berê ve tê zanîn. Lê va ye têkoşîna 50 salî, bi vê fedakariyê lehengiya Kurdan gihiştiye qonaxeke nû. Ev gelekî girîng e.
Ev tê vê wateyê ku, têkoşîna vî gelî wê têk neçe. Belê, dibe ku berdêl were dayîn dibe ku berdêlên giran be. Ji ber ku dijminê me qirkirinê jî dike. Bi hemû derfetên xwe dixwaze li hemberî vî gelî qirkirinê pêk bîne. Lê gel jî bûye polayê ku di avê de hatiye hiştin. Bi têkoşîna 50 salan re bû pola û bû gelekî ku di her şertî de têdikoşe. Em niha di nav rastî û têkoşîneke wisa ya PKK’ê û gel de ne.
DIVÊ EM LAYIQÎ ZANA ROJDA Û XEBAT KOP BIN
Di vî warî de dema ku me li qeydên deng ên Zana Rojda û Xebat Kop guhdarî kirin, ketin bandorê. Divê mirov çawa layiqî van kesan be? Heta mirov layiqî wan nebe, jiyan nabe, mirovayetî nabe, şoreşgerî nabe. Wan evqasî bawerî bi azadiya gelê Kurd anîn, evqasî bawer kirin û tişta hewce kirin, nexwe divê hemû gel, jin, ciwan jî vî ruhê fedaî yê 50 salan derxînin holê û bibînin ku tê çi wateyê û têkevin nav têkoşînê. Rastiyeke wisa ya gel çêbûye. Ji ber vê yekê ev fedakarî ne vala bûn. Ev ne tenê wekî fedaîbûna tevgera azadiyê, PKK’ê û gerîlayan bû, wekî fedaîbûn û berxwedana hemû civakê pêk hat. Ez dikarim bibêjim ku di salên pêş de wê ev tişt têkoşîna me beralî bike.
Ez hevalê Xemgîn Serhat ê ku di demên dawî de şehîd bû, bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînim. Endamê hêzên taybet bû, li Amedê fermandar bû. Hevalekî me yê wisa bû ku bi rastî têkoşîneke mezin meşandibû. Berê li qadên Çewlig û Erziromê jî mabû. Piştî vegeriyabû Herêmên Parastinê yên Medyayê. Demek dirêj li ba me ma. Bi rastî lêhûrbûneke wî hebû. Ez wî jî bi minet û rêzdarî bi bîr tînim.
WÊ BERXWEDANA GERÎLA BIDOME
Li Xakurkê û Metîna çalakiyên girîng hatin lidarxistin. Em şehîdan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Ev çalakî girîng bûn. Em di pêvajoyeke wiha re derbas dibin ku dijmin bi taybet piştî êrîşa Garê her roj êrîşên dijwar pêk tîne û ne dibêje havîn e û ne jî dibêje zivistan e û êrîşên xwe zêde kiriye. Bi rastî têkoşîneke dîrokî tê dayîn. Ger artêşa Tirk ev 3 sal in li dijî dewleteke din bi hemû derfetên xwe şer bikira, dikaribû encamên cuda bi dest bixista, lê niha li hemberî gerîla xitimiye. Encam nestendiye. Bêguman teknîka wê heye, dikeve hin herêman, hin cihan dagir dike, lê gerîla li dijî vê têkoşîneke dîrokî ya mezin dimeşîne û wê bidomîne. Em van gerîlayan bi rastî bi rêzdarî silav dikin. Divê hemû gelê me vê rastiyê bizanibe. Şerekî mezin dikin. Di van tunelan de di bin şert û mercên dijwar de li cihekî ku dijmin bi hemû teknîka xwe herêmê bombe dike, 24 saetan şerekî mezin, şerê îradeyê dikin. Niha şerê îradeyê ye. Ew şerekî mezin e di navbera fedaî û artêşeke ku xwedî teknîkeke mezin e. Bi cîddîyeteke ku di dîrokê de nehatiye dîtin, têdikoşin. Nahêlin ku dijmin encamekê bistîne.