MINBIC – Kampa Yekîtiya jinên ciwan îsal bi dirûşmaya kampanya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” bi tevlîbûna 20 jinên ciwan hat danîn. Armanca kampanya azadîya fizikî ya Rêber APO ye. Ji ber vê jî jinên ciwan di fikre û felsefeya Rêber APO de xwe kûr dikin. Dan diyar kirin ku dema herkes fikre Rêber APO nas dike û li gorî vê jiyan bike û berxwe bide vê azadîya fizikî ya Rêber APO wisa misoger bikin. Di kampê de jinên ciwan rojên xwe têr û tijî derbas dikin. Roja xwe bi siporê despê dikin piştî vê bi hev re dikevin dersê û mijarên cûr bi cûr niqas dikin.
Amara a ku beşdarî kamp bû got: “Em her roj spor dikin û diçin dersê. Em diçin cihên dîrokî. Jî bo ku em şehîdên xwe ji nêz ve nas bikin em serdana malbatên şehîdan dikin. Em pirtûkên Rêber APO dixwînin û jê re nameyan dinivîsin. Ez bang li jinên ciwan dikim ku beşdarî kampên pêşerojê bibin.”
Dilman a ku di heman demê de beşdarî kampa bû jî wiha got: “Di bin navê kampanya nû “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” de me ev kamp organîze kir. Em her roj hevdu hîn dikin ku fikrên Rêbertî baştir nas bikin. Ji ber ku armanca me azadbûna fizikî ya Rêber APO ye.”
Di çarçova bernameya kampa jinên ciwan de li ser nasnameya jinên ciwan, dîroka Kurdistanê, jineolojiyê, çandê û roja aktivîteyê semîner hatin dayin. Kampa ku gelek xebatên hevpar têde hat meşandin bi dawî bû.