HELEB – Girseyên gel li Helebê berê xwe dan alana Şerqi. Jinên Ciwan ji hatin cem hev ji bo ku gelê Helebê pîroz bikin. Gelê Helebê di parkê alana Şerqi cejn li hev pîroz kirin û Jinên Ciwan şerkir û şêranî belav kirin. Paşê jinên ciwan li derve li ser jiyana û berxwedana gerîlayên sinevîzyonek pêşandan.
Jinên ciwan ên Helebê têkildarî cejn ev tişt anîn ziman: “Em Cejna Qurbanê di nav şert û mercên dijwar de, bi gelek zilm, şer, dagirkerî û koçberî re pêşwazî dikin. Bi taybetî Cejna Qurbanê û bi giştî hemû cejnên mirovahiyê xwe dispêrin ruhê aştî, aramî û piştevaniyê. Loma jî di dîroka şaristaniyê de pîroz û bimbarek in. Em ê Cejna Qurbanê ya 2023’an jî bi wateya wê ya pîroz, bi ruhê wê yê civakî pîroz bikin. Em dixwazin û dizanin ku bi têkoşîna me ya hevpar, em ê cejnên xwe bi dilekî aram pîroz bikin. Bi têkoşîn û yekîtiyê em ê text û tacê serdestan hilweşînin. Em Cejna Qurbanê ya gelê xwe bi dil û can pîroz û bimbarek dikin. Em gelek cejnan bi hev re bibînin!”