BEHDÎNAN – Gerîlayên azadiyê bi boneya salvegera şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) ku di 30’ê Hezîrana 1996’an de li Dêrsimê li dijî komploya li dijî Rêber Apo çalakiyek li dar xist, ji ajansa me re nirxandin kirin. Gerîla Nûda Mawa û Hogir Nûhat bal kişandin ser peyama ku şehîd Zîlan bi çalakiya xwe daye ciwan û jinên ciwan û bang li her kesî kirin ku cihê xwe di nava refên azadiyê de bigirin.
Endama Komalên Jinên Ciwan Nûda Mawa ji ajansa me re nirxand û bal kişand ser wateya fedekariya Şehîd Zîlan û diyar kir ku jin ji bo azadiyê her bedelê didin.
Belê ji bo heval Zîlan vegotin, ji bo jiyana hevala Zîlan dayina naskirin, ev yek hêzekî mezin ji mirov dixwaze, îradeyeke pir mezin ji mirov dixwaze. Ji ber vê yekê jî bûyina şoreşgerên mezin, bûyina şopdarê heval Zîlan erka me ya herî sereke ye. Em weke meh meha Hezîranê de ne. Di vê mehê de berdelên pir giranbûha hatin dayin, di vê mehê de me pir şehîdên mezin da. Ev meh ji bo me bu meha behn standinê. Hîn bêhtir şehîdên ku derketin holê hîn bêhtir pêşengtiyê ku kirin, hîn bêhtir ji bo me bu rêya serkeftinê. Ji ber vê yekê ez di serî de şehîdên meha Hezîranê û şehîdên şoreşger ya tevgerame ya azadiyê hemû bi bîr tînim.
Em di salvegera 27’emin ya şehadeta rêheval Zîlan de ne. Heval Zilan weke ku tê zanîn li beramberî qomploya ku li beramberî Rêber Apo hatiye lîdar xistin ji bo me bu seknekî ku em bikaribin nefesek bigirin. Ji ber vê yekê jî bi rastî jî heval Zîlan vegotin heval Zîlan parve kirin kelecanekî pir mezin û pir dijwar dixwaze. Ji ber vê yekê jî buyîna şopdarê wî, bûyina rêhevalê hevala Zîlan ji bo me deynekî pir mezin e. Heval Zîlan jiyan û mirovahî pir hezdike ji ber vî jî her şeweyê di nameya xwe de tîne ser ziman. “Ji ber ku ez jiyan û mirovahî pir hezdikim ez vê çalakiyê pêktînim” Ji ber vê yekê em weke şoreşgerên Gerîlayên Azadiya Kurdistan ji bo ku jiyanê bi watedartir bikin, ji bo ku jiyanê hîn bêhtir xurttir bikin, li pey wê şopê li pey wê nirxê em sonda xwe hîn xurttir jî bikin.
Heval Zîlan bi her awayî bang li hemû gelan, bang li hemû welatparêzan li hemû cîhanê dike. Bi vî awayî tîne ziman ku dixwaze qirîna xwe hemû cîhanê bide bihîstandin. Her wiha bi çalakiya xwe ya mezin da diyar kirin ku sekna jina Kurd, sekna jina azad sekna jina şoreşger bi çi awayî be ev da nîşandayin. Ji ber vê yekê bang li hemû cîhanê jî dike ku hîn bêhtir çav li dagirkeriyê negirin. Çav vekirî bimînin, li beramberî dagirkeriyê têkoşînin pir mezin bidin. Ji ber vê yekê jî bi taybetî liser jinê ponijî liser jinê perspektîf dan. Ji bo me her gotinên heval Zîlan weke manîfestoyekî ye weke perspektifekî herî girînge. Bi taybetî liser jinê nirxandinê xwe dike û jina Kurd dide pêş ku dide diyar kirin ku jina ku di bin dagirkeriyê de ye, jina ku welatê wî ji destê wî hatiye standin hîn bêhtir li beramberî wî pelçiqandinê ku tê pêşxistin kurtir û bêhtir berfirehtirin. Ji ber vê yekê hemû jinan dawetê wê dike ku li beramberî wî seknekî dijwartir raber bikin.
Roja îro jî ev yek tê dîtin. Dijminê dagirker ji ber ku ji jinê bihêzbuyî ditirse hîn bêhtir li hemberî jinê bihêzbuyî erîşên xwe pêk tîne. Ji ber vî yekî mirov hîn bêhtir ji bo ku dagirkeriyê bin bixe, ji bo ku têkoşîna xwe hîn xurttir bike û ji bo ku sekna jina azad bide raber kirin mirov lazime xeta heval Zilan de hîn bêhtir di asta herî mezin de xwe pêşbixe. Ji ber vê yekê weke Gerilayên Azadiya Kurdistanê sonda me bi xwe jî ev yeke ku hîn bêhtir soz dayînên me li ser esasê şopa heval Zîlan e. Her wiha ji wê yekê de tê diyar kirin ku bi rastî şoreşgerên mezin fikrê xwe îradeyên xwe bi gotinên xwe diyar dikin. Gotinê heval Kemal Pîr jî heye dibêje “Em jiyanê qasî ku oxira wî de bimirin hezdikin.” Bi rastî jî mirov dibîne. Ji bo jiyanek azad, ji bo jiyanekî têr û tijî ji bo mirovahiyekî azad canê xwe razandine ji bo vê yekê. Ji ber vî wateya çalakiya hevalan hîb bêhtir bi nirxe. Dema mirov wateya çalakiya hevalan meze dike, mirov fêmdike ku hestekî pir kur di çalakiya heval Zîlan de heye. Ger ku ev rastî jî mirovekî felsefe û bîrdoziya Rêber Apo nasneke dibe ku ji vê çalakiyê re ecêpmayî jî çêbibe. Bêje ger jiyanê hez dike çima ji bo jiyanê mirinê hilbijêre. Ev jî ferqa felsefeya Rêber Apo ye. Ev ji me re dide nîşan dayîn ku Rêber Apo jin hîn bêhtir azad dike. Ji bo ku azadî bidest bixe jî. Jin dikare bi her şêwêyî bedelan jî bide. Bi her şeweyî xwe bixe xeteriyê. Ji ber vê yekê buyina şopdarê wan şehîdan, buyîna şopdarê heval Zîlan ji bo wan bi nirxe. Ji bo tevahî jinên ciwan jî banga me hîn bêhtir bi rihê bi dirûşma Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî re lazime wê dagirkeriyê bin bixin.
Dagirkerî berê xwe zêdetir dide jinê. Ji ber vê yekê jina bihêz bûyi hîn bêhtir dikare bersiva wê bide. Jin çiqas bihêz bibe dijmin evqas bin bikeve. Ji ber vê yekê dijmin bi polîtîqayên xwe ya qirêj bixwaze jinên ciwan bin bixe jî lazime jinên ciwan li beramberî wê yekê xwedî helwest bin. Ji ber vê yekê em hemû jinên ciwan dawet dikin ku li ser şopa Zîlan li ser şopa Kemalan li ser şopa jinên ciwan hîn bêhtir tevgerame ya azadiyê nasbikin û tevlê tevgerame ya azadiyê bibin.
Endama Komalên Ciwan Hogir Nûhat, di salvegera çalakiya Şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) de ji ajansê me re axivî. Nûhat di bangawaziya xwe de anî ziman ku çalakiya Şehîd Zîlan ji bo ciwanan talîmatek bu.
Nirxandin bi giştî wiha ye;
“Di serî de hemû leheng û şehîdên meha Hezîranê em bi bîrtînin û bejna xwe li beramberî wan ditewînin. Hemû hevalên ku niha di çeperên şer de û tunelên şer de li hemberî dijmin şer dike û derbeyên mezin lê dide em silav dikin. 30 ê Hezîranê de bi çalakiya mezin ya fermandar Zîlan pek hat em hemu berxwedanvanan û hemu şehîdan dîsa bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Sala 1996 dewleta faşist ya qomploger xwest li hemberî Rêbertiya me Rêber APO bi awayekî namerdane qomployekî ser Rêbertiya me bike bi hevalbendên xwe ya qomploger pek bîne. Xwest di şexsê Rêbertiya me de nasnameya gelê Kurd, hemu civak hemu netewên ku azadî dixwazin li hemberî wan roja wan tarî bike.
Di meha Hezîranê de rêheval fermandar Zîlan di 30’ê Hezîranê de ew qomplo wala derxist û pûç kir. Dewleta faşîst û hemû hevalbendên wî ya qomploger di hundirê xwe de lerizîn û gav di paş de avetin. Ev çalakiya rêheval Zilan ji bo me weke milîtanên Rêber Apo û şervanên fermandar Zîlan ji bo me talîmat bu ji bo tevahî ciwanan qomut bu. Ji bo ciwanên Kurd, ciwanên Asurî, Tirkmen, Ereb, Xirîstiyan tevahî ciwanên ku di Rojhilata Navîn de berxwe didin, li hemberî dagirkeriyê, desthilatdariyê ji bo wan talîmat bu. Ev yek bi rihê serkeftina mezin ya hevala Zîlan, 30’ê Hezîranê de heya roja îro bi derbeyê mezin ku dewleta faşîst dikeve diyar dibe.
Dîsa ji bo na hemû ciwanên ku niha bendewariyê azadiyêne Rêber Apo got “Me bi ciwantî despêkir emê bi ciwantî biserkevîn.” Em ê bi rihê 30’ê Hezîranê em dibêjin “Me bi Rêber Apo despêkir, emê bi Rêber Apo serkevin.” Bi rihê şerê ku tunelan rêve dibe Zap, Avaşîn, Werxelê û tevahî şerê ku niha dibe, şerê azadiyê, şerê hebûn û tûnebuyînê bangawaziya herî mezin çalakiya hevala Zîlan e. Çalakiya hevala Zîlan ji bo me qomut e. Rihê ciwantî talîmata fedaîtiye. Ji bo vî bangawaziya herî mezin, xwe sipartina şer û çiyayên azad e xwe sipartina çalakiyan, xwe sipartina şer, xwe sipastina çemberê şer e. Ji bo ku em dewleta Tirk ya desthilatdarî faşîst binbixin, gelê Kurd bigîhêje azadiya xwe hemu gelên ku di Rojhilata Navîn de jiyan dike bigîhîje azadiya xwe. Ji bo ku em jiyanekê azad jîyan bikin ji bo ku nefesek azad bigirin, ji bo na azadiya Rêber Apo têkoşînekî bê hempa bimeşînin. Heta ku Rêber Apo azad nebe em azad nabin.
Ji bo ku em Rêbertiya xwe fizîkî azad bikin em bi rihê 30’ê Heziranê talîmata hevala Zîlan pek tînin. Ji bo vê dîsa em dibêjin bi rihê Apoyî xwe nû kirin Werin Cenga Azadiyê, Cenga Azadiyê Biserbixin. Bi rihê 30’ê Hezîranê em dibêjin An Serkeftin! An Serkeftin! Bijî Rêber Apo.”
NC// Zerya Bagok