BEHDINAN – Bi boneya salvegera şehadeta Zeynep Kinaci (Zîlan) gerîlayên YJA Starê ji ANF’ê re axivîn.
Evîndar Zagros: “Heval Zîlan wekî ku tê zanîn sembola azadiya jinê ye. Manîfestoya me ya jiyana azad e. Heval Zîlan bi çalakiya xwe ya mezin hişt ku bi hezaran Zîlan îro berê xwe bidin rêya têkoşîna azadiya jinê. Hevala Zîlan bi bombeya di xwe de teqand hişt ku deng bigîhije her jinekê cîhanê ku wan ji xewa giran hişyar bike. Heval Zîlan bi vê sekna xwe, bi fikrê xwe yê azadiya jinê, bi azadiya Rêbertî re di dilê xwe de mezin kir. Roja îro de jî bi hezaran jin li ser şopa heval Zîlan dimeşin. Em dixwazin di nava vê şoreşê de rola xwe bilîzin. Îroj bi sedan hevalên me yên ku di çeperên şer de li ber xwe didin ev hemû encam bi sekna rêhevala Zîlan hatiye bidestxistin.
Sekna ku heval Zîlan da raberkirin bi rastî jî seknekî wisa ji rêzê nîn bû. Hişt ku li ser hezaran mirovan bandorbûyînekî were çêkirin. Hişt ku bi rastî jî jin bikeve ferqa kesayeta xwe. Wekî jinekê, wekî hebûnekê çawa di nava têkoşîneke wisa de li ber xwe bide û bikaribe li azadiya xwe bigere, bikaribe rastiya jin yê ku hatiye tepisandin roja îro di nava sîstemê dagirker de li rastiya xwe hişyar bibe. Heval Zîlan di heman demê de weke jinekê bi sekna xwe vê hişyarî da tevahî jinên cîhanê. Em bi minasebata vê rojê di şexsê hevala Zîlan de hemû hevalên ku di çeperan de îro li ber xwe didin, heya nefesê xwe yê dawiyê şerkirin û şehîd ketin bi bîr tînin û li hember wan bejna xwe ditewînin.”
Faraşîn Koçer: “Ji bo 30 Hezîranê her çiqasî bilêvkirina wê zehmet be û mirov nekare bi çend gotinan bîne ser ziman jî ji bo ku dîrok her tim zindî were hiştin em erkdarên ku hinek pênaseya vê bikin. Her çiqasî heval Zîlan di sala 1996’an de li Dersîmê çalakiya fedaî kiribe jî ew qas sal ketibin navberê de jî lê ruhê heval Zîlan di roja me de jî hîna zindî ye. Eger ku îro ruhê berxwedaniyê hebe ev bi ruhê heval Zîlan ku di me de daye avakirin. Ji bo vê jî ruhê ku heval Zîlan di me de daye avakirin çiqas zehmetî hebe jî bila hebe em ê hertim ruhê wê bidin meşandin. Ji bo vê em erkdar in.
Çawa ku em dibêjin em şopdarê hevalên xwe yên şehîd in, em erkdar in ku ruhê berxwedaniyê yê ku di me de daye avakirin hertim hewl bidin ku xwedî li vê erkê derbikevin. Çiqasî dijmin êrîşên xwe dijwar bike bila bike jî em vê baweriyê de ne ku tiştê ku hevalê şehîd di me de dane avakirin bi vî ruhî em ê berxwedaniya xwe bidomînîn. Tiştê ku dihêle mirov bi hêrs ser dijmin de biçe û bi xwestek têkoşînekê bide meşandin ev ruhê heval Zîlan e.”
Zîlan Dêrsim di destpêka axaftina xwe de şehîdên şoreşê bi bîr anî û wiha got: “Heval Zîlan fermandara me ya mezin e. Heval Zîlan her tiştê xwe ji bo gel û rêxistinê danî holê. Hevalên jin ên ku îro li çeperan li ber xwe bidin û gihiştine asta şehadetê, şopdarê heval Zîlan in. Heval Zîlan di ferqa zanebûna xwe de bû û weke jinekê wê zincîra koletiyê ya ku dewletê li ser jinê ferz kirî, qetand. Zîlan bi wê zanebûna xwe tevlî nava refên PKK’ê bû, tevî îdeolojî û felsefeya Rêbertî bû. Em jî li ser vê xeta fedayîtiyê bi heman bîr û baweriyê xwe perwerde dikin. Hevalên ku li gel heval Zîlan mane, pir qala bîranînên wê dikin. Di encama heqîqeta ku heval Zîlan gihiştiyê de, çalakiyek fedayî û pir bi bandor li hemberî dijmin pêk anî.”
Gerîlaya YJA Starê Zîlan Dêrsim diyar kir ku îro jî bi hezaran gerîla şopdarê vê riya heqîqetê ne û wiha got: “Hem hevalên jin û hem jî hevalên xort bêyî sînor bi wê kelecanê li ser xeta vê fedayîbûnê dimeşin. Çalakiya heval Zîlan deng veda. Em ê jî weke şopdarên heval Zîlan, ji bo vê riyê canê xwe feda bikin. Bi hezaran pêşengên me yên mîna heval Zîlan Semayan û Bêrîtanan, Mazlûm, Egîd, Kemalan hene. Dibe çalakiya her yekê cuda be, lê ruhê fedayîbûnê heman e. Ew xelek û ruh hîn heye, ew ruh her tim nûjen dibe û tê jiyîn. Ji ber wê mirov çiqas çalakiya heval Zîlan binirxîne, kêm e. Di şexsê heval Zîlan de bi hezaran hevalên me yên fedayî hene. Zîlan rûmeta me ye, xeta me ya fedayîbûnê ye. Em ê her tim hem di jiyanê û hem jî di şer de xwe bigihînin wê astê û em ê her tim şopdarê heval Zîlan a xeta fedayîbûnê bin.”
Avjîn Çiya diyar kir ku heval Zîlan bi çalakiya xwe dîrok nivîsand û wiha got: “Di çalakiya xwe de hebûnekê da jiyîn, bû topek ji agir û di nava dijmin de teqiya. Zîlan ne tenê weke nav zindî bû, di jiyan û hebûnê de bû nemir û her tim di nava jiyanê de herikî. PKK partiyeke wisa ye ku bi fedayîtiya xwe tê naskirin, ruhekî wisa ye ku her tim di hebûnê de zindî bimîne. Di çeper û tunelên şer de jî, ew ruhê fedayîtiyê ji nû ve zindî bû. Li Zap, Avaşîn û Metînayê bi vî ruhî pir lehengî derketin pêş. Dibe ku heval Zîlan kesek bû, lê niha Zîlan bi çalakiya xwe li hemû qadê zindî ye. Heval Zîlan bi çalakiya xwe gerdûnek ava kir. Hetanî niha jî ew gerdûn her tim mezin dibe. Heval Zîlan serî li hemberî zilmê rakir û ti carî zilm qebûl nekir.
Niha di nava PKK’ê bi hezaran Zîlan hene, ruhê heval Zîlan di şexsê Avzem û Bageran de ji nû ve zindî bû. Ji ber ku wan di hebûna xwe de Zîlan dan jiyankirin. Mîna Rêbertî gotiye, ‘Zîlan manîfesto ye’, mirov çiqas wê manîfestoyê bixwîne, divê ewqas xwe di wê manîfestoyê de kûr bike. Armanca me ya yekem ew e ku em bikarin, di manîfestoya heval Zîlan de xwe kûr bikin û bikaribin gavên xwe biavêjin. Di roja me de li hemberî zilmê, dewletê û kapîtalîzmê şerekî pir mezin tê meşandin. Yên ku vî şerî didin meşandin jî, şervanên heval Zîlan in.”