FRANKFURT – Duh li bajarê Frankfurt am Mainê çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin û Şehîd Zîlan di salvegera pêngava Fedaî de têkoşîn û pêşengiya wê ya jina Kurd bi bîr anî. Hevalên enternasyonalîst û ciwan û jinên Kurd bi hev re sînevîzyona li ser Şehîd Zîlan temaşe kirin û bi hev re nameya Heval Zîlan xwendin.
Di dawiyê de pirs û bersivan hate dayîn û di civînê de girîngiya kampanyayê û ruhê fedakariyê hate nîqaşkirin û hate nîqaşkirin ku divê jinên ciwan îro çawa edaletê ji vê kampanyayê re pêk bînin.
Kampanya bi beşdariya muzîkê bi dawî bû.