PARIS – Li Fransayê di 27’ê Hezîranê de zarokekî Cezayîrî yê 17 salî Nahel M. bi hinceta ku pîvanên trafîkê binpê kiriye ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin û ev yek bû sedema xwepêşandanên şermezarikrinê û bûyerên tundiyê. Cenazeyê Nahel M. roja Şemiyê li banliyoya Nanterre ya Parîsê bi merasîmekê hate veşartin.
Dewletê ji bo tepisandina çalakiyan 45 hezar jenderme û polîs xiste nava liv û tevgerê. Çalakiyên şeva pêncemîn bi giranî li bajarên Parîs, Marsîlya û Nîce hatin lidarxistin. Li gorî bîlançoya ku Wezareta Karên Hundir saet di 07:30’î de eşkere kir, bi sedan jê li Parîsê bi giştî 719 kes hatin destgîrkirin. Di şeva În-Şemiyê de 1.311 kes, di şevek beriya wê de jî 875 kes hatibûn destgîrkirin.
Bûyerên şewitandinê tevahiya şevê dewam kirin. Şaredarê banliyoya L’Hay-les-Roses Vîncent Jeanbûrn ragihand ku bi wesayiteke şewitî êrîş li mala wî hatiye kirin û zarok û hevjîna wî birîndar bûne. Bûyer li kolana navdar a Parîsê Champs-Elysees jî belav bûn. Bi dehan kes li derdora vê kolanê hatin destgîrkirin. Li nêzî kolanê êrîş li ser gelek wesayitan hate kirin. Bûyer li paytextê û banliyoyên wê şevê dewam kirin.
Li bajarê Brestê şaxeke Renaûltê hate şewitandin. Li Rennesê xwepêşandêr û polîsan şer kirin. Li Marsîlyayê bi dehan kes ji aliyê polîsên tevgera taybet ve hatin destgîrkirin.
577 WESAYIT Û 74 AVAHÎ HATIN ŞEWITANDIN
Li gorî bîlançoya Wezareta Karên Hundir a li ser şeva pêncemîn, 45 endamên hêzên ewlekariyê birîndar bûn. Şevek beriya wê 79 kes hatibûn birîndarkirin.
Li gorî daxuyaniyê li ser rêya cemaweriyê 871 bûyerên şewitandinê qewimîn, 577 wesayit û 74 avahî hatin şewitandin. Bi giştî êrîş li ser 10 qereqolên polîsan, 10 leşkergeh û 6 nuqteyên polîsan ên şaredariyê hatin kirin.
SERHILDAN LI SWÎSREYÊ JÎ BELAV BÛ
Li gorî medya Swîsreyê, bûyerên mîna yên li Fransayê li navenda bajarê Lozanê yê Swîsreyê jî qewimîn. Hate ragihandin ku bûyerên tundî û talankirinê li navenda bajêr qewimîne. Li gorî medya 20 Mînûtes, “Kesên ku sûd ji dîmenên serhildana Fransayê wergirtî, êvara Şemiyê li Flonê (taxeke li navenda Lozanê) li hev kom bûn, ji bo belavkirina barûtê ya li aliyê din ê sînor bang kirin.”
Hate ragihandin ku bangawazî bi taybetî li ser medya dîjîtal ên Snapchat û Tîktokê hatiye belavkirin. Danê nîvro li gelek firoşgehan êrîş hate kirin.