NAVENDA NUÇEYAN – Milîsên Çekdar Canfeda yê HBDH’ê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku 27’ê Hezîranê saet di 01:00 de li herêma Bînevlerê li hemberî febrîqeya tekstîlê ya DMO’yê çalakiya sabotajê kirine.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li vê febrîqeyê ji bo çeteyên dewleta Tirk ên li Sûriye û Rojava kincên leşkerî dihate dirûtin û hate destnîşankirin ku febrîqe bi temamî şewitî ye. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Piştî çalakiyê milîsên me bi rengekî serketî ji qada çalakiyê çûn.”