GEVER – Li navçeya Gever a Colemergê, yekîneyên tolhildanê yên Şehîd Mazlûm Pîrdogan duh êvarê bi teqemenî û çekên ferdî li dijî qereqola li taxa Ormanê çalakiyek li dar xistin. Hate diyarkirin ku di çalakiyê de 3 polîs birîndar bûne. Polîsan piştî çalakiyê demeke dirêj ji kozikên xwe gulebaran kirine. Dema polîsên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê, taxên Orman û Kişla ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin.
Dîsa di êvara 28’ê Hezîranê de li hemberê polîsên ku beramberî navenda karsaziya Amedê ya li navçeya Geverê kontrola nasnameyan dikirin bi fîşekên hewayî û bombeyên deng çalakî hat lidarxistin. Piştî çalakiyê polîsên faşîst ji navenda bazarê vekişiyan.