REQA- Çalakî li ber Parka El-Reşîd a bajarê Reqayê dest pê kir û li çarxereya El-Neîm bi daxuyanîyekê bi dawî bû
Di meşê de bi sedan ciwan û Şênîyên Raqayê bi moralek bilind û coşeke mezin ya şoreşgerî beşdarî Meşê bûn û dirûşmeyên ‘’ Bê Serok Jîyan Nabe ‘’ berz kirin û Daxwaza Azadîya Fîzîkî ya Rêber Apo Kirin
Piştî ku meş gihîşt çarxereya el neim li ser navê Ciwanan Heyfa Ibrahîm El-Şeheda ve daxuyaniyek hate dayîn.
Di metna daxuyaniyê de wîsa hat diyarkirin
“Tiştê ku Dewleta Tirk a faşîst ji 15’ê Sibata 1999’an û vir ve bi hevkarên xwe re li dijî Rêber Apo plan dikir, armanc dikir ku li dijî azadîya a mirovatiyê raweste û rastiyan veşêre, lê fikra Rêber Apo kariye rastiyê ji hemû gelên herêmê re ragihînin.”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku , “Bi hedefgirtina qadên parastinê yên Medyayê û hedefgirtina hevalên gerîla yên li çiyayên Avaşîn, Zap û Matînayê hewl didin projeya neteweya demokratîk bixin. Lê belê Hêzên Parastina Gel hêza xwe ji ramana Rêber Apo digire.”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku, “Li hemû herêman karîn derbên giran li dijminan bidin û mînaka herî baş jî serkeftina Hêzên Parastina Gel her roj e, tevî kêmbûna derfetan, lê îrade xwe ji teknîka dijmin bi hêztire.” Di heman demê de Dewleta Tirk ya dagirker bi Tecrîdkirina Rêber Apo dixwazê ku fikir û felsefeya R3ebr Apo dernekevê dervayê Zindanê. Di heman demê de bi êrîşên bi balafirên bê mîrov û hedef girtina Pêşengên Şoreşê Dixwazê Sîstema netewa demokratîk yakû bi fikir û felsefeya Rêber Apo hatîye avakirin ji nav bibe.
Sabrî Ok endamê Konseya Rêveber a KCK Sabrî Ok di bernameya Taybet ya televizyona Sterk TV de hin Agahîyên girîng parve kiribû. Dewleta Tirk û Rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê nameyên gefxwarinê ji Rêber Apo’re şandine.
Meş bi sloganên ‘’ Bê Serok Jîyan Nabê ‘’ Bi dawî b