DÊRAZORÊ- Di bin Dirûşmeya ‘’ Cenga Azadîyê Serbixin’’, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Dêra Zorê Pirtûkxaneya Gerok dan destpêkirin
Îro pirtûkxaneyê Gerok gera xwe li bajarê El-Kesra a Rojavayê Derazorê bû. pirtûkxaneyê gerok bi wêneyên Rêber Apo û alên Tevgera Ciwanên Şoreşger, ku hejmareke zêde pirtûk û paraznameyên Rêber Apo hilgirtibûn
pirtûkxane bi amadebûna endamên saziyên sivîl û leşkerî, Kombûna Jinan a Zenobî, endamên Yekîtiya Jinên Ciwan û hejmarek ji şêniyên gundewarên rojavayê bajarê Dêra Zorê li ber avahiya Şaredariya Gel a bajarê Kasra rawestiya. Piştre Hevseroka Meclîsa Herêma Rojava ya Dêra Zorê Şeyma El-Şêx axivî û got: “Tişta ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Rêber Apo dike, hewldana şikandina îrade û sekna Rêber Apo. Lê belê Îradeya gelan û îradeya Rêber Apo ji hewldanên dagirkeriya dewleta Tirk xurtir e û wê nikaribin îradeya Rêbertî û ya me bişkînin.”
Şeyma El-Şêx jî destnîşan kir ku, “Em jî li gel Rêber Apo xwedî helwest in û heta ku Rêbertî bi awayekî fîzîkî Azad nekin em ê teslîm nebin.” Çalakiya pirtûkxaneya gerok bi belavkirina Pareznameya Rêber Apo û pirtûkên li ser Şoreşan ve îro bi dawî bû.
wê sibe li herêma El-Sûr a gundewarên bakurê Dêra Zorê çalakiya pirtûkxaneyê gerok were bi dawî kirin.