BEHDINAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî 5 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin: “Sala 2017’an ku di dîroka me ya têkoşînê de qonaxeke girîng nîşan dide, bû saleke ku li dijî dagirkeran bi her awayî berxwedaneke fedaî hate jiyîn û îradeya Apoyî li hemû qadên berxwedanê serwer bû. Dewleta Tirk a qirker di vê salê de di şexsê tevgera me ya azadiyê de hemû hêza xwe ji bo tasfiyekirina gelê me bi kar anî û ji bo vê jî ji her demê zêdetir êrîşên xwe zêdetir kir. Hevrêyên me Diyana, Sema, Zîlan, Argeş û Gabar ku mînakên sereke yên fedekariya Apoyî ne, li qadên ku lê bûn, pêşengiya berxwedana li dijî dijmin kirine. Ev milîtanên hêja ku hemû hevrêyan têkoşîna wan ji xwe re mînak digirtin, xeta PKK û PAJK’ê bi dilsozî û dirustî parastine û wisa ketine dîroka me ya têkoşînê. Hevrêyên me Diyana, Sema, Zîlan, Argeş û Gabar bi şehadeta xwe ji me re bûne çavkaniya hêzê û sedema lêhûrbûnê û bûne afirînerên rastîn ên dewlemendiya taktîkî ku gerîla gihiştiye wê astê
Di serî de ji malbatên bi rûmet ên hevrêyên me Diyana, Sema, Zîlan, Argeş û Gabar, em sersaxiyê ji hemû gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin.
Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:
Nasnav: Diyana Amanos
Nav û paşnav: Heybet Çig
Cihê jidayikbûnê: Edene
Navê dê û bav: Fatma – Omer
Dîrok û cihê şehadetê: Tîrmeha 2017’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Sema Mahîr
Nav û paşnav: Sema Taş
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Navê dê û bav: Aynûr – Abdurahman
Dîrok û cihê şehadetê: Mijdara 2017’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Zîlan Dêrsim
Nav û paşnav: Canan Kanat
Cihê jidayikbûnê: Baybûrt
Navê dê û bav: Naciye – Hatem
Dîrok û cihê şehadetê: Îlona 2017’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Argeş Rûken
Nav û paşnav: Yûnûs Ergun
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dê û bav: Gulşen – Cemîl
Dîrok û cihê şehadetê: Tebaxa 2017’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Gabar Wan
Nav û paşnav: Dogan Berkî
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dê û bav: Mûhabbet – Mûstafa
Dîrok û cihê şehadetê: Tebaxa 2017’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê