KOBANÊ-Îro li Kobanê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtîya Jinên Ciwan ên Herêma Firatê li Kobanê li dijî gefên li ser Jîyana Rêber Apo şermezar bikin Meşîyan
Meş li navçeya qinê ya girêdayî Kobanê li ber navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger destpêkir û li ber navenda navçeyê bi daxuyanîyekê bi dawî bû.
Meş bi dehan Ciwan û Jinên Ciwan Kobanê beşdarbûn. Meş bi alên Rêber Apo, alê tevgera Ciwanên Şoreşger û alê yekîtîya Jinên Ciwan û pankartên ku li ser hatîye nivîsandin ‘’ Ciwan Fedaiya Rêber Apo ne ’’ ‘’ Cenga Azadîyê Serbixin Azadîya Fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin ‘’ hat hildan. Di meşê de Sloganên ‘’ Bê Serok Jîyan Nabê ‘’ û ‘’Em Ciwan em Ciwan Canfedayê Öcalan ‘’ bê navber hatin berz kirin. Li ser navê Ciwanan Hilal Mihemed axivî û got: ev çalakî ji lenet kirina û Şermezar kirina komploya li ser Rêber Apo ye û me hîne Ji Rêber Apo tu agahî nagirtîye Tecrîda li ser Rêber Apo Tecrîde kî din heye û bi vê Tecrîde zilm û zordarîyê dixwazê li ser Rêber Apo bi meşînê ji bo vê jî em wekî Tevgera Ciwanên Apoyî emê vê Tecrîdê bi rihê Rêber Apo bişkînin.
Daxuyanî bi sloganên ‘’ Bê Serok Jîyan Nabê ‘’ Bi dawî bû.